Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
CiwanNûçeyên Dawî

Ciwanên Şoreşger li Bakur li dijî polîsan çalakî kirin

 

Ciwanên Şoreşger li Bakurê Kurdistanê li dijî dagirkeran di nava tevgerê de ne.

Endamên YPS’ê û Tevgera Ciwanên Şoreşger li Amed, Wan û Geverê çalakî kirin.

Ciwanan di çalakiyan de polîs, saziyên Dewletê û wesayîtên zirxî kirin hedef.

CIWANÊN ŞOREŞGER:
LI AMEDÊ LI DIJÎ POLÎS Û SAZIYÊN DEWLETÊ ÇALAKÎ HATIN KIRIN

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger ragihandin ku li Amedê çalakî kirine.

Ev çalakî jî di çarçoveya pêngava ‘Tolhildana Sor’ de pêk hatin.

Di 20’ê Tebaxê de Yekîneya Şehîd Êrîş Mordem li navçeya Amed Baxlarê li dijî polîsên li ber Girtîgeha Tîpa E’yê bi bombeyên deng û molotofan çalakî kirin.

Çalakiyek jî li dijî şaxa PTT’ê te pêk hat.

Yekîneya Şehîd Zana Bextiyar bi molotofan li bankamatîka PTT’ê xistin.

Di encamê de bankamatîk şewitî û yekîneya çalakî kir bi silametî ji qadê veqetiya.

JI TÎMÊN BERSIVDANÊ YÊN YPS’Ê RÊZEÇALAKÎ:
RÊYA WANÊ XISTIN KONTROLA XWE, LI GEVERÊ WESAYÎTA ZIRXÎ DERB XWAR

Tîmên Bersivdanê yên YPS’ê jî di çarçoveya Pêngava Tolhildanê de çalakî kirin.

Tîmên Bersivdanê yên YPS Şehîd Avareş Helhel 19’ê Tebaxê li taxa Xaçortê ya Wanê li dijî dagirkerên ku dixwestin bikevin taxê rê li trafîkê girtin û bi bombeyên deng û molotofan li wan xistin.

Li navçeya Colemergê Geverê jî heman rojê dagirkerên ku dixwestin bikeve kolana Cumhuriyetê bi bombeyên deng û molofotan çalakî li dijî wan hat kirin.

Di encama çalakiyên Wan û Geverê de dagirker neçar man vekişin.

Li Wanê taxa Xaçortê demek dirêj di kontrola endamên YPS’ê de ma, li Geverê jî wesayîtek zirxî derb xwar.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv