Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ciwanên Tevgera Çep a Fînlandiya jî tevlî kampanyaya ‘Dem Hatiye, Ji Ocalan Re Azadî’ bûn 09.02.2021

 

“DEM HATIYE, JI OCALAN RE AZADΔ
LI ALMANYAYÊ 10 RÊXISTIN BEŞDARÎ KAMPANYA AZADIYÊ BÛN

Li qada navneteweyê tevlîbûna kampanya binavê “Dem hatiye, Ocalan re azadî” zêde dibe.

Kampanya mijara gotinê 11’ê Çile ji aliyê Koma Xebatê a Kurd a Afrîkaya Başûr û Konfederasyona Karkeran ve hatibû ragihandin..

Li Almanyayê 10 rêxistinan eşkere kirin ku ji bo li Tikriyê aştiyeke adil pêk were, ew jî beşdarî kampanya azadiya Ocalan dibin..

Rêxistinên beşdarî kampanyayê bûne ev in:

Meclisa Gel a Tamîlan

Tevna Piştgiriya bi Zapatîstan re.

Kongreya gelên Amerîkaya Latîn

Yekîtiya Xwendekarên Sosyalîst û Demokratîk

Piştgiriya Ciwanên Çepgir li Mûnix û Bremenê.

Xwendekarên Sosyalît li Almanyayê.

Rêxistina Die Linke li Stuttgart

Komeleya Azadî li Kolnê

“DEM HATIYE, JI OCALAN RE AZADΔ
CIWANÊN TEVGERA ÇEP A FÎNLANDIYA JÎ TEVLÎ KAMPANYAYÊ BÛN

Ji bo beşdariya li kampanyayê ji Fînlandiyayê jî dengê ciwanan bilind bû.

Tevgera Çepgir a Ciwanan bi navê Vassamîstenorde ragihand, ku ew jî beşdarî kampanya “dem hatiye ji Ocalan re azadî” dibin.

Bi îmzeya serkreterê Giştî yê Tevgera Çepgir Henrîk Jaakola ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonyo Gutteres re name hat şandin.

Di nameyê de ji Neteweyên Yekbûyî hat xwestin, ku ji bo azadiya Rêber Apo bikeve nava tevgerê.

Heman qeyde û quralên ji bo Nelson Malndela danîne, ji bo Rêber Apo jî bixe dewrê.

Hêjayî gotinê ye, ku Tevgera Çepgir a Ciwanan li 9 herêmên Fînlandiya aktîf e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv