Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Çiyayê Gabarê sê roje dişewite 17.09.2020

 

ŞEWATA LI ÇIYAYÊ GABARÊ
ÇIYAYÊ GABARÊ SÊ ROJE DIŞEWIT E

Dewleta Tirk bi awayekî zanebûn û plankirî xwezaya Kurdistanê talan dike.

Ev gotin ya berdevkê platforma Hevselê Vahap Işik e.

Vahap Işik dibêje, armanca dewleta Tirk ew ku heremê ji bide valakirin.

Di vê navberê de hê jî şewata li Çiyayê Gebarê nehatiye vemirandin.

“Heta tabûra Cendirmeyan li vê derê be hûn nikarin agir vemirînin.”

Ev gotina tehdîtkar a eskerên li tabûra eskeran a çiyayê Gabarê ye.

Çiyayê Gabarê ev 3 roje dişewite.

Şewata li daristana gundê Ziving û Memira destpê kir gihîşt heta gundê Deriyê Gabarê, Bêsûkê, Deşta Dêrşew, Qernê, Bîrava û Memîrûka.

Ji ber şewatê daristan, zeviyên dexil û rez û baxên welatiyan şewitîn.

Xelkê gund, bi taybetî şêniyên gundê Bêsûkê hewil dan agirê ku artêşa tirk bi topbaranê berdaye herêmê vemirînin.

Lê eskerên Tirk nehiştin û gotin: heta tabûra Cendirmeyan a binavê Goçmen li vir be, hûn nikarin agir vemirînin.

Gel li hemberî êrişên qirkirinê banga hestiyariyê kirin.

ENDAMA TJA MERYEM EŞKARA:
DIVÊ GEL PÊŞIYA ŞEWATÊ BIGIRE

Li Çiyayê Gabar, Cûdî, Bagok û herêma Besta di sala 2019’an de 13, îsal jî 40 caran şewat derket.

Gel şewata li herêma xwe êrişên qirkirinê dinirxînin û nerazîbûn nîşan dan.

Endama TJA Meryem Eşkara diyar kir: ev êriş li dijî hebûna wan e.

Meryem Eşkara banga hestiyariyê li xelkê Botanê kir.

BERDEVKÊ PLATFORMA PARASTINA HEVSELÊ VAHAP IŞIK:
LI CIHÊ ŞEWAT HEYE DIXWAZIN QEREQOLÊN NÛ AVABIKIN

Berdevkê Platforma Parastina Hevselê Vahap Işik jî dibêje ya li çiyayên Kurdistanê dibe, qirkirina xweza û jîngehê ye.

Vahab Işik derbarê armanca dewleta Tirk de jî van agahiyan dide.

Berdevkê Platforma Parastina Hevselê Vahap Işik diyar kir ku, dewleta Tirk bi rêya şewatê dixwaze herêmê bide valekirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv