Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
17:00 Nûçe

Çapemeniya Cîhanê

Di çapemeniya Cîhanê de îro kîjan mijar derketin pêş.

Niha jî em li nûçeyên balkêş ên rojnamê û ajansên Cîhanê binêrin.

Ajnasa Reutersê ragihand ku li Hong Kongê cara pêşî kesek ji ber vîrusa korona dimire.

Reuters herwiha dide zanîn ku li Çînê bi zêdebûna hejmara qurbaniyên vîrusê re, piyaseyên aborî jî têk diçin.

Hejmara kesên ji ber vîrusa koronê mirin, gihîşt  427 kesî, hejmara kesên vîrus di xwîna wan de hatiye tesbîtkirin jî zêdetirî 20 e.

Senedên parvekirî yên li piyaseya aborî ya çînê jî ji nirxê xwe 400 milyar dolar winda kirin.

Euronewsê jî bi muqeyesekirina bi vîrusa SARS re bal kişand ser asta xetere ya vîrusa korona:

Hejmara kesên ku di 2 heftiyan de bi koronayê mirin, ji ya 2 salên SARSê zêdetir e.

The Financial Timesê nakokiya Rûsya û Tirkiyê ya li Sûrî deranî pêş û ji bo analîzekê ev manşet bikar anî:

Erdogan, piştî êrişa li Sûriyê, Rûsya hişyar kir.

Di nûçeyê de tê bibîrxistin ku di du rojên dawî de li herêma Idlibî û Helebê bi awayekî fiîlî di navbera hêzên sûriyê û leşkerên tirk de şer despê kiriye.

Di analîzê de tê desnîşankirin eger rewşa tengezar li herêmê bidome, ev yek wê karibe têkiliyên stratejîk ên Tirkiye û Rûsyayê jî xira bike.

Malpera Ahwal li ser livûtevgera dagirker û destwerdêr a dewleta tirk a li rojhilata navîn û Afrîqayê analîzek bi vê manşetê weşand:

Çi Karê Erdogan li Afrîkaya Rojava heye.

Di analîzê de tê desnîşankirin ku hewesa dagirkeriyê ya dewleta tirk roj bi roj mezin û berfireh dibe û dixwaze heta Afrîqaya rojava jî dest werde nav karûbarên welatên din..

Analîz bibîr dixe ku Dewleta tirk bi vê êrişkariya xwe peymana konferansa li Berlînê jî di navê gelek peymanên navneteweyî binpê dike.

Jerusalem Postê îdîayeke der barê protestoyên dawî û deswerdana hêzên ewlekariyê yên li Iraqê bi vê manşetê kir nûçe:

Mîlîsên ku Îranê destekê dide wan, li Iraqê di xwepêşandêrên ku ji meha cotmehê destpê kirin heta dawî 500 xwepêşandêr kuştin.

Deutsche Welle li ser rewşa suryaniyên li Tirkiyê nûçeyek bi vê manşetê ragihand:

Suryaniyên li Tirkiyê dijîn, ne rihet in.

Li gorî nûçeyê sedema vê yekê jî careke din zêdebûna bûyerên girtin û windakirinê yên li Kurdistanê ne.

Gelek suryaniyên li ser mijarê axivîn, ji ber siysetên dewleta tirk ên beramberî wan fikaran dikin û hin bûyerên demên dawî jî zemîna tirsa wan xurtir dike.

Di warê hilberîna fuzeyên antî zîrxî de, Îran yek ji 5 welatên herî xurt e .

Ev jî manşeta tvya dewleta Îranê press tv ye.

Ev manşet ji beşek axaftina wezîrê parastinê yê Îranê hatiye wergirtin.

Rojnameya The Guardian êrişa bi kêr a li Londonê bi vê manşetê şîrove kir:

Êriş tê wateya ku rehabîlîtasyona terorîstên îslamîst kêm caran bicih tê.

Serokwezîrê Borîs Johnson li ser mijarê da zanîn ku Hukûmeta wî qanûneke ku rê li serbestbûna pêşwext a girtiyên terorîst wê bigire.

 

Ev jî hatin dîtin

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv