Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

CPT: ji Sala 2016’an ve li Îmraliyê tiştek nehatiye rastkirin

 

Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) a Konseya Ewropayê ragihand, astengiyên li pêşiya Rêber APO û girtiyên din ên li Îmraliyê “nayên qebûlkirin.”

Li gorî nûçeya AFP’ê, CPT di rapora xwe de ya têkildarî serdaneke 2019’an, ragihand ku bi girtiyên li Îmraliyê hemûyan re hevdîtin kiriye.

JI SALA 2016’AN DE TIŞTEK NEHATIYE SERERASTKIRIN

Di raporê de hate diyarkirin ku di sîstema girtîgehê de ji serdaneke sala 2016’an û pê ve ti “başbûn” tune ye.

CPT diyar kir ku Rêber APO û sê girtiyên din hîn jî hefteyê tenê şeş saetan dikarin li hev bicivin. Ji bilî vê yekê dema kombûna li hev a du kesan, hefteyê tenê sê saetan e. Wekî din hîn jî qedexe ye ku rojane karibin li hewşê li hev bicivin.

HEFTEYÊ 159 SAETAN DI TECRÎDÊ DE NE

CPT di raporê de got, “Girtî hemû, piranî tecrîdkirî ne” û destnîşan kir ku ev tecrîd ji 168 saetên hefteyê bi 159 saetan dewam dike.

CPT diyar kir ku salên dawî serdanên Rêber APO ên bi malbatê re hema bêjin qet nikarin bên kirin û bi bîr xist ku daxwaza parêzeran a ji bo hevdîtinê jî ji sala 2019’an ve tê redkirin.

DIVÊ SÎSTEMEKE MAYINDE BÊ AVAKIRIN

CPT diyar kir ku têkildarî girtiyan divê hevsengiyek navbera mercên ewlekariyê û mafên mirovan ên bingehîn de bê afirandin û bang kir ku “sîstemeke mayinde” bê avakirin ku tê de serdanên malbatan û parêzeran hebe.

CPT destnîşan kir ku pergala girtinê ya li Îmraliyê li girtiyan tê ferzkirin divê bi temamî bê guhertin.

Ev jî hatin dîtin

Wezîra karê derve ya Siwêdê Ann Lind li gel rêveberên Rojava axivî 25.11.2020

Stêrk Tv

Pervîn Buldan: Berpirsyarê kuştina jinan desthilatdariya AKP’ê ye 25.11.2020

Stêrk Tv

Kurdistaniyên li Ewrupayê wê 26’ê Mijdarê ji bo Şengalê bimeşin 25.11.2020

Stêrk Tv

Kesayetên Îtalî ji bo azadiya Rêber Apo dest bi kampanyayê kirin 25.11.2020

Stêrk Tv

Hêzên dewleta Tirk li Wanê avêtin ser buroya MA’yê û Dîndar Karataş binçav kirin 25.11.2020

Stêrk Tv

Heyeta KNK’ê bi rewşenbîr û kesayetên herêma Germiyan re civiya 25.11.2020

Stêrk Tv
× Me agahdar bikin!