Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Cûmalî Dogan: Di sala têkoşînê ya 43’an de meşa serkeftinê 01.12.2020

 

CÛMALÎ DOGAN / WELAT
DI SALA TÊKOŞÎNÊ YA 43’AN DE MEŞA SERKEFTINÊ

PKK bi awayê serkeftî serdemeke wiha bi zor û zehmetî li pey xwe hişt û ket sala têkoşînê ya 43’yemîn. Li Heftanînê gerîlayê Modernîteya Demokratîk, bi rêxistinbûna taktîka serdemê, artêşa dewleta Tirk a qirker têk bir. Wisa bû ku tevî hemû derfetên wan ên teknîk, amûr, sîxurî, madî û desteka propagandayê, xwe li ber gerîla ranegirt. Li hember hêz û serkeftina gerîla ket ‘sendromê’. Psîkolojiya wê têk çû. Artêşa TC’ê ya dagirker, gelek caran berê hêzên xwe da çeperan lê ew nikaribûn şer bikin û bi têkçûnê xwe vekişandin. Ji Serhedê heta Botan, Zagros, Dêrsim, Amed, Xerzan û Mêrdînê, artêşa dagirker li hemberî gerîlayên azadiyê gelek wendahî dan, ket panîkê û ji hevde ket. Ji bo tola têkçûn û derbên lê ketin bigire, êrîşên xwe yên bi teknîkê zêde kirin lê tiştên hêvî dikir bi dest nexistin.

Dewleta TC’ê ya qirker, bi hêvî bû ‘di navbera Kurdan de’ şerekî navxweyî derbixe û bi vî awayî dagirkeriya xwe ya li Kurdistanê rewa bike lê negihîşt vê armanca xwe jî. Her wiha hewl dida sedsala 21’yemîn nebe sedsala kurdan lê di vir de jî bi ser neket. PKK’ê bi polîtîkayên xwe yên şoreşger ev provakasyon pûç kir. Gelê Başûrê Kurdistanê yê welatparêz, gel û dostên pêşeroja xwe di têkoşîna gelê Kurdistanê de dibînin, li ber vî şerî bûn bend û nehiştin ev şer derbikeve. Bi vî awayî di sala 42’yemîn a têkoşîna PKK’ê de, ji bo yekitiya neteweyî gavên xurt hatin avêtin.

Bêguman ev destkeftî bi hêsanî nehatin bidestxistin. Ji bo vê gelek berdêlên mezin hatin dayîn. Kadroyên pêşeng ên PKK’ê: Têkoşer Gever, Leyla Wan, Qasim Engîn, Egîd Garzan, Egîd Civyan, Yilmaz Dêrsim jî di nav de bi sedan şehîd bûn.

PKK bi berxwedaneke mezin a şehîd, gerîla û gelê ku di rêya ronî ya Rêber Apo de dimeşin, ket sala têkoşînê ya 43’yemîn. Li ser bingeha têkbirina dijmin û bidestxistina serkeftinan bi dirûşma ‘Bes e ji tecrîd, dagirkerî, faşîzmê re: dema bidestxistina azadiyê ye’ pêngava şoreşger û demokratîk, sala nû ya têkoşînê bi meşa serkeftinê hat binavkirin û ragihandin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv