Rûniştina doza kuştina zaroka Kurd Mewda bi destê polîsê Belcîkî bi dawî.
Ji bo polîsê Mawda kuşt salek, ajokarê Kamyonê 10 û yê bazirgan jî 7 sal ceza hat xwestin. Doz ji bo 10’ê kanûnê hate paşvexistin.
Keça Kurd Mawda 17’ê Gulana 2018’an di nava wesayîteke koçber ku ber bi Qiraltiya Yekbûyî ve diçû dihate şopandin, di encama gulerebarandina polîsê dişopand, ji serê xwe gule xwaribû û jiyana xwe ji dest dabû.
Parêzerê dozê Benkhelîfa ku di meha Hezîranê de li ser dozê ji ANF’ê re axivî bû gotibû:
“Dozger bûyerê weke cînayeteke bêqestî pênase dike. Em daxwaz dikin ku weke cînayeteke bi qestî ji nû ve bê pênasekirin an jî bi awayekî bêqestî bûna sedema mirinê, weke biqestî gulereşandin û birîndarkirinê bê biryar were stendin.”