Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dadgeran dîsa hiqûqa dijmin pêk anî û rûniştina Sebahat Tuncel û Gultan Kişanak taloqê 26’ê Sibatê kirin 06.01.2021

 

RÛNIŞTINA DOZA SEBAHAT TUNCEL Û GULTAN KIŞANAK
DADGERAN DÎSA HIQÛQA DIJMIN PÊK ANÎ Û RÛNIŞTIN TALOQÊ 26’Ê SIBATÊ KIRIN

Rûniştina doza siyasetvanên jin ên Kurd Sebahat Tuncel û Gultan Kişanak li 5’mîn Dadgeha Cezaya Giran a Meletiyê pêk hat.

Sebahat Tuncel û Gultan Kişanak ji Girtîgeha Kandira û parêzerên wan jî ji Amed û Mêrsînê bi sîstema deng û dîmen beşdarî rûniştina dozê bûn.

Di serî de Sebahat Tuncel axivî, bal kişand ser zext, binpêkirin û hiqûqa dijin a dewleta Tirk û anî ziman ku di dema serde-girtinan de ewraq û belgeyên wan hatine desteserkirin.

Sebahat Tuncel diyar kir ku dosyayên wan li gorî hiqûqa dijmin hatine amadekirin û bêyî lêkolînê çi hatibe ber destê dozger, kirina nav dosyayê.

Sebahat Tuncel piştigiriya ji bo grevên birçîbûnê ya li zinanan anî ziman, 3 jinên Kurd ên li Silopiyê hatibûn kuştin bîr anîn û got:

Dewleta Tirk siyasetvanên Kurd wekî dijmin dibîne. Li gorî wê tevdigere. Di vê rewşê de emê çawa parastina xwe bikin û wê çawa edelet pêk were?

Dûre jî Gultan Kişanak axivî û diyar kir ku dema serde-girtinê hemû belgeyên wan hatine desteserkirin, der barê îdîayên sûcdariyê de ti agahî destê wê de nîne û lewma jî wê nikaribe parastinê bike.

Gultan Kişanak anî ziman ku sûcdariyên li dijî wan hemû wekî hev in û dûrî rastiyêne û got:

Wekî mînak ti hesabê min ê medya civakî nîne. Lê hûn rabûne ji ber tiştê nîne, doz vekirine û sûcdariyan dikin.

Dûre jî parêzer Mehmet Emîn Aktar û Cîhan Aydin axivîn, yek bi yek bêhiqûqî destnîşan kirin û gotin ku, dadger wekî dadgeran tevnagerin.

Heyeta dadgehê jî, wekî hertim guh neda daxwazan û ji bo temamkirina kêmasiyên dosyayê rûniştin taloqê 26’ê sibatê kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv