Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dagirkeran li herdu aliyên Heftanîn 814 donim daristan tune kiriye 17.01.2021

Dewleta Tirk a dagirker li sînorê Başûr û Bakurê Kurdistanê, dibin navê çêkirina rê û baregehên leşkerî de herêmên daristanî tune dike. Li gorî zanyariyan tenê li herêma Heftanîn, di sala 2020’an de 814 donim (3 milyon 294 hezar û 139.55 metre çargoşe, 3.2941 kîlometre çargoşe) herêmên daristanî tune kirine. Ji van herêman jî 400 kamyonên mezin dar birîne û firotine.

Êrîşên dagirkerî, talan û wêrankirinê yên dewleta Tirk ku li ser Kurdistanê dimeşîne, bûye rojevek sereke ya tevahiya Kurdan. Heta niha zêdetirîn êrîşên leşkerî, dagirkirin, komkujiyên wan hatin rojevê. Lê di demên dawî de talankirina dewleta Tirk ku li ser erdnîgariya Kurdistanê pêk tîne jî, bûye rojevek sereke.

Li gel êrîşên dagirkeriyê ku li Heftanînê hatin meşandin, talankirina hêrêmên daristanî yên Kurdistanê jî careke din bû yek ji rojevên destpêkê. Dîmen û wêneyên tunekirina daristanên herêma Heftanînê ji aliyê ajansa me û gelek dezgehên din ên çapemeniyê ve jî hatibûn weşandin.

Têkildarî talankirina erdnîgariya Kurdistanê, me jî lêkolînek kurt kir û encamên ku wêraniyê radixe ber çavan derketin holê. Li ser mijarê me hem nûçeyên di çapemeniyê de hatine weşandin kontrol kirin, hem jî ji çavkaniyên ku şahidiya vê wêraniyê dikin zanyarî girtin.

Ji ber sedemên ewlekariyê û daxwaza wan, em navên çavkaniyên xwe veşartî dihêlin.

Li gorî zanyariyên çavkaniyan, artêşa Tirk a dagirker li herêma Heftanînê ku dikeve nava sînorên navçeya Zaxo ya Duhokê, dibin navê çêkirina rê û avakirina baregehan de jîngeha herêmê têk dide. Di vê çarçoveyê de bi hezaran dar birîne û herêm çol kiriye.

400 kamyon dar birîne

Di encama lêkolîn û zanyariyên çavkaniyan de derket holê ku tenê li herêmên aliyê Bakur û Başûrê Kurdistanê yên Heftanînê, di sala 2020’an de 400 kamyonên mezin (TIR) dar hatine birîn. Li gorî hesabên zanyarên jîngehê evqas dar, derdora 814 donim (3 milyon 294 hezar û 139.55 metre çargoşe, 3.2941 kîlometre çargoşe) erd dike. Ji vana 120 donim li nava sînorên Başûr, 694 donim jî, li nava sînorên Bakûrê Kurdistanê ye.

Cerdevan û şîrketên wan talan dikin

Çavkaniyan dan zanîn ku dewleta Tirk daran bi riya cerdevanan dibire û dîsa kompaniyên cerdevanan van daran difiroşin. Li gorî çavkaniyan kompaniyek bi navê Mencet Înşaat a li Şirnexê vî karî dike. Ev kompaniya ku kesê bi navê Metîn Babat berpirsyariya wê dike, li gel birîna daran îhaleyên artêşa Tirk ên çêkirina rê, cihên çavdêriyê yên leşkerî, qereqol û baregehan wergirtiye. Li aliyekê herêmên daristanî tune dikin, li aliyê din jî li van herêmên hatine wêrankirin, rê û baregeh tên çêkirin.

Bi milyonan pere

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane, kompaniya Mencet darên tên birîn, bi kamyonan dibe bajarê Dîlokê (Entaq) ê Bakûrê Kurdistanê û difiroşe kompaniyek ku navê wê nehat zanîn. Pereyê ku tê bidestxistin jî, di navbera cerdvan û artêşê de tê parvekirin.

Hat diyarkirin ku kompaniya Mencet 400 kamyon dar bi buhayê 400 milyon lîreyê Tirkiyeyê firotine û ji van pereyan 250 milyon lîre jî wergirtiye.

Hinek kompaniyên Başûr jî hevpar in

Çavkaniyan dan zanîn ku hinek kompanî û kesên li Başûr jî hevparên vê planê ne, lê têkildarî mijarê zanyariyên berfirehtir nehatin bidestxistin.

Planên li ser herêma Metîna

Hat ragihandin ku li herdu aliyên sînor ên herêma Heftanînê birîna daran, çêkirina rê û cihên leşkerî didomin. Li gorî zanyariyan artêşa Tirk plan dike ku bi heman rengî erdnîgariya herêma Metîna jî wêran bike.

Sekreterê Partiya Sewz (Kesk) Milko Bazyanî derbarê bandora talankirina erdnîgariya Kurdistanê ya li ser jiyanê û evhewaya herêmê de ji ajansa me re axivî. Nirxandinên Bazyanî wê sibe werin weşandin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv