Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dagirkirina şaredariyên gel li Bakurê Kurdistan

 

DAGIRKIRINA ŞAREDARIYÊN HDP’Ê
HEVŞAREDARÊ VARTÎNÎSÊ CASIM BÛDAK HAT GIRTIN

Hevşaredarê Vartinîsê Casim Bûdak, piştî desteserkirina şaredariyê hate girtin.

Hevşaredarên Sêrt, Misirc, Xana Hewêl û Îdirê hê jî di bin çavan de ne.

Dozgerên Tirk biryara veşartî danîn ser lêpirsîna der barê wan de.

Di 15’ê Gulanê de Dewleta Tirk dest danî ser 5 şaredariyên HDP’ê.

Şaredariyên Sêrt, Misirc, Xana Hewêl, Îdir û Vartînîsê hatin dagirkirin.

Piştre jî hemû hevşaredar hatin binçavkirin.

Ji binçavkiriyan hevşaredarê Vartînîsê Casim Bûdak hate girtin.

Bûdak şandin girtîgeha Mûşê Tîpa E.

Hevşaredarên Îdirê Eylem Çelîk û Yaşar Akkûş jî di bin çavan de ne.

Dozgeriya dewleta Tirk biryara veşartî danî ser lêpirsîna der barê wan de.

Tê payîn ku sibê hevşaredaran derxînin dadgehê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv