Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

David Graeber, nivîskarê anarşîst û dostê gelê Kurd, jiyana xwe ji dest da

 

DAVÎD ROLFE GRAEBER
NIVÎSKARÊ ANARŞÎST Û DOSTÊ GELÊ KURD JIYANA XWE JI DEST DA

Antropolog û nivîskarê Amerîkî yê anarşîst Davîd Grayber di 59 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da..

Grayber ê ku yek ji sembolên berxwedana Wal Strîtê bû, bi dostaniya xwe ya bi gelê Kurd re jî dihate naskirin..

Înîsyatîfa “Ji Ocalan re Azadî” bi peyamekê xemgîniya xwe ji ber wefata Grayber ragihand.

Davîd Grayber sala 1961’an li bajarê Amerîkayê New Yorkê ji dayîk bû…

Ji ber pisporiya xwe ya di qadên nirx û civakê de, sala 1998’an weke akademîsyen li zanîngeha Yale kar kir..

Lê ji ber cûdahiyê fikrên xwe yên siyasî, sala 2007’an neçar ma ji zanîngehê veqete..

Heman salê weke profesorê beşa Anthropolojî anga zanîsta mirov, derbasî Zanîngeha London a Aboriyê bû..

Ji bilî ilmê xwe, Davîd Grayber her wiha weke miroveke anarşîst û dijberê pergalên kapîtalîst jî navê wî derket pêş..

Ne tenê ji aliyê teorîk ve, di pratîkê de li nava kolanan jî dilsozê vê helwesta xwe bû.

Jixwe pêşengiya wî ya di tevgera berxwedanê ya li kolanên Wol Strîtê de jî ev yek hat dîtin û adeta bû yek ji sembolên berxwedana li kolanan..

Dibe ku ji ber vê taybetmendiya xwe bû dostekî gelê kurd ê weke civakeke ku wî xeyal dikir, bi dehan salan e têkoşîna xwe li kolanan jî dimeşîne.

Sala 2014’an piştî xebatên lêkolîna li ser modela şoreşa Rojavayê Kurdistanê, Davîd Grayber ev pênase kiribû:

Ez fêm nakim, çawa ev tecrûbeya bi nirx a ji aliyê cîhan û heta tevgerên çep ve nayê dîtin.

Herêma xweser a Rojava ji sala 2011’an ve piştî qewitandina hêzên rêjîma Esed, bû navenda demokrasiyê.

Tevî dijminahiya hemûn cîranên derdorê jî xwe li ser piyan girt û bû sembol.

Li her devera Rojava, meclisên gel ên ji Kurd, Ereb û Xiristiyanan pêk tên hatine avakirin. Konseyên jin û ciwanan hene. Artêşa jinan hatiye avakirin.

 

ÎNÎSYATÎFA “JI OCALAN RE AZADΔ:
EM BI KOÇA DAWÎ YA GRAEBER ÊŞIYAN

Di vê navberê de Înîsyatîfa “Ji Ocalan re Azadî” bi daxuyaniyekê xemgîniya xwe ya ji ber wefata Davîd Grayber ragihand..

Înîsyatîfê koça dawî ya Grayber weke xesareke mezin binav kir û ev peyam da:

Davîd Grayber ji bo şoreşa li Kurdistanê her tim di nava piştevaniyê de bû. Ew di wê baweriyê de bû ku felsefeya Abdullah Ocalan rêya çareseriya hemû pirsgirêkan e.

Ew ê li Rojava û her devera ku rihê mirovan lê azad de, zindî bimîne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv