Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Daxuyaniya HPG’ê ya li ser kuştina Xazî Salih Elîxan 20.10.2020

HPG’ê diyar kir ku ti eleqeya wan bi êrişa kuştina Midûrê Asayîşa Deriyê Gumrukê yê Serzêrê Xazî Salih Elîxan re nîne.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Midûrê Asayîşa Deriyê Gumrukê yê Serzêrê yê Başûrê Kurdistanê Xazî Salih Elîxan li gundê Gelite yê nehiya Kanîmasî ya Duhokê di 8’ê Cotmehê de di encama êrişekê de jiyana xwe ji dest da. Di daxuyaniya Midûriyeta Asayîşa Giştî ya Herêma Başûrê Kurdistanê de û di nûçeyên hin saziyên medyayê de tevgera me hate sûcdarkirin û ji vê êrişa tarî berpirsyar hate nîşandan. Lê belê ti eleqeya hêzên me bi vê êrişê re nîne. Lewma daxuyanî û nûçeyên hatine dayin nerast in, dûrî rastiyê ne.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv