Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Daxuyaniya KJK li ser salvegera çalakiya Zeyneb Kinacî (ş. Zîlan)

 

KJK’Ê ŞEHÎDÊN MEHA HEZÎRANÊ BI BÎR ANÎ
“WÊ SEDSALA 21’Ê BIBE SEDSALA AZADIYÊ YA JINAN”

Koordînasyona KJK’ê bi daxuyaniyekê şehîdên meha Hezîranê Zîlan, Sema û Gulan bi bîr anî.

KJK’ê got hevalên wan di meha Hezîranê de bûne xwediyê helwesta milîtan, kedkar û fedayî.

Koordînasyona KJK’ê li ser vê yekê soz da ku ewê sedsala 21’ê bibe sedsala azadiyê ya jinan.

Koordînasyona KJK’ê milîtanên pêşeng ên tevgera jinan Zîlan, Sema û Gulan bi bîr anî.

KJK’ê diyar kir ku ew di salvegera 24’an a şehadeta wê de, Zîlan bi hurmet bi bîr tînin û wekî şopdarên xeta wê ya fedaîtiyê bi îddîaya Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad û Jina Azad li ser xeta şehîdan dimeşin.

KJK’ê anî ziman ku Zîlan manîfestoyek e û wiha got;

Rêbertiya me gotibû “Zîlan fermandara me ye, em jî leşkerên wê ne”. Rêbertî pîvan û çalakiya Zîlan û serkeftina ku bi dest xistiye, rast nîşan kiriye. Bingeha manîfestoya Zîlanê jî ev e. Heval Sema Yuce jî wekî nasnavê xwe her dem Serhildan bû. Ew ji îdeolojiya rizgariyê ya jinan re bûye bersiv û xwe azad kiriye. Heval Gulan jî sala 2002’an bi êrîşeke xayîn û komplowarî şehîd bû. Heval Gulan milîtan û fermandareke pêşeng a fedayî bû.

KJK’ê got hevalên wan di meha Hezîranê de bûne xwediyê helwesta milîtan, kedkar û afirînerên mezin ên xeta azadiya jinê.

Koordînasyona KJK’ê li ser vê yekê soz da ku ewê sedsala 21’ê bibe sedsala azadiyê ya jinan.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv