Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Daxuyaniya PKK: Endamê Komîteya Navendî Rêheval Qasim Engîn şehîd bû

 

Komîteya Rêveber a PKK’ê ragihand ku endamê wan ê Komîteya Navendî Kasim Engîn di êrişa hewayî de ya 27’ê Gulanê şehîd bûye.

Daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK’ê wiha ye:

“Milîtanê gelekî hêja, fermandar, rêveberê partiya me, endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê hevrê Kasim ENGÎN (Îsmaîl Nazlikûl) 27’ê Gulanê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a faşîst de li qada Bradostê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye. Bi vê wesîleyê em sersaxiyê ji malbata wî ya hêja, pêkhateyên partiya xwe û gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Em biryardariya xwe careke din destnîşan dikin ku di xeta Rêber Apo de têkoşînê bi ser bixînin.

Partiya me PKK ku weke partiya şehîdan tê pênasekirin, ji Hakî Karer heta bi deh hezaran şehîdan çawa ku di rastiya şehîdan de hîn bêhtir mezin bû, wê di şehadeta hevrê Kasim de jî hîn bêhtir mezin bibe, hîn bêhtir xurt bibe, wê doza azadiyê ya gelê me bi ser bixîne. Her canekî ku em ji dest didin wê hêrsa me ya li dijî dijmin qat bi qat mezintir bike, biryardariya me ya di berxwedan û têkoşînê de xurt bike û Kurdistana azad wê bi destê şopdarên hevrê Kasim bê afirandin.

DI TEMENÊ CIWANTIYÊ DE PKK NAS KIR, SALA 1989’AN TEVLÎ BÛ

Ji ber ku malbata Nazlikûl di dema avabûna partiyê de xwe gihand partiyê, her wiha ji nava xizmên wî yên nêz şehîd hebûn û hesreta li welêt a ji ber mayina li sirgûnê, hevrê Kasim di temenê ciwantiyê de PKK nas kir, ji sala 1985’an û pê ve bi berpirsyarî rabû, dest bi bicihanîna wezîfeyên welatparêziyê kir, sala 1989’an bi rengekî profesyonel bû şoreşgerek û tevlî nava refên PKK’ê bû. Li qada Ewropayê tevlî karên ciwanan, çand û hunerê, dîplomasiyê û gel bû. Hevrê Kasim ji aliyê her kesên ku ew nas dikir dihate hezkirin û bû hevalek ku timî bal li ser wî bû. Di sala 1990’î de ji bo xwe bi rastiya gelê Kurdistanê re bike yek, ji bo derbasî qada Rojhilata Navîn bibe ya Rêber Apo lê bû, israr kir û di vê israra xwe de jî bi ser ket.

Di sala 1990’î de tevî komek ji hevrêyan derbasî qada Lubnanê bû ku Akademiya Mahsûm Korkmaz lê bû. Hevrê Kasim di dewreya perwerdeyê de Rêber Apo ji nêz ve nas kir, rastiya gelê Kurdistanê têgihîşt û ji bo tecrûbeya destpêkê ya gerîla bijî ber bi Eyaleta Başûrrojava ve hate şandin. Hevrê Kasim ku di temenê biçûk de ji welêt hate qutkirin, piştî bi salan weke fermandarekî gerîla vegeriya herêma ku lê mezin bû. Vê yekê hem bandor li wî kir, hem jî di kesayeta wî de kir ku mirovên li wê herêmê PKK’ê nas bikin, bû wesîle ku di navbera PKK’ê û gelê Kurd de têkilî û girêdaneke xurt pêk were ku qet qut nebe. Têkoşîna ku hevrê Kasim li Nûrheqan, li Engîzekan, li Bînbogayan tevî hevrêyên xwe meşand, bû bingeha wê yekê ku qada Başûrrojava bibe çepereke gerîla û ev têkoşîn hîn jî weke destanekê heta vê demê tê vegotin.

HEVRÊ KASIM DI HER ŞERT Û MERCÎ DE BERÊ XWE DIDA SERKETINÊ; ASTENGÎ NAS NEKIR

Hevrê Kasim di sala 1994’an de çû qada Rêbertî û piştî ku li wir dewreyeke perwerdeyê dît, vê carê ber bi dilê Kurdistanê ber bi Botanê ve meşiya. Demeke dirêj li vê derê di asta fermandariyê de kar kir, derbên giran li dijmin xist, bû milîtanê mezin ku xwedî li mîrateya Besê Anûş û Mûsafa Yondem derket, her wiha kûrahiya hevrêtiya Engîn Sîncer û Nûcanan xwe afirand, pratîkên girîng nîşan da û derbasî Başûrê Kurdistanê bû. Hevrê Kasim li Başûrê Kurdistanê jî li herêmên Behdînan, Bradost û Qendîlê kar kir, demeke dirêj berpirsyariya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê kir. Di vê demê de li welêt û cîhanê propagandayeke xurt a gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê kir, ji bo partiya me û tevgera me ya gerîla li tevahiya cîhanê bi rengekî rast bên fêhmkirin kedeke mezin da û encamên mezin bi dest xist. Hevrê Kasim tevlî karên Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê jî bû û her tim di her şert û mercî de berê xwe da serketinê, ti carî li astengiyekî nealiqî û ev yek ji xwe re kir pîvana bingehîn. Bi dîsîplîn û rêbaza xwe ya kar, pêşengî ji wê yekê re kir ku xeta şehîdan a PKK’ê bêdawî bike û di nava tevahiya partiyê de vê hişmendiyê biafirîne.

NIVÎSANDINA JIYANA AZAD A LI SER XETA RÊBER APO GELEKÎ GIRÎNG DIDÎT

Hevrê Kasim tevî ku salên dûr û dirêj li çiyayên Kurdistanê gerîlatî kir, yek ji qadên ku li nava partiyê herî zêde li ser xebitî, bêguman ew bû u paradîgmaya Rêber Apo, felsefeya Rêber Apo li nava kadroyên partiyê û civakê belav bike, vebêje û bide fêhmkirin. Li ser vê bingehê tevlî karên îdeolojîk rêxistinî bû. Di serî de li qada perwerdeyê di karê çapemenî weşanê, akademiyê û karên din de kedeke mezin da, berhem afirand, bêrawestan ked da. Hevrê Kasim destnîşan dikir ku wî danheviyên xwe hemû ji partiyê wergirtiye û ji xwe re kiribû karekî esas ku van danheviyan bi hevrêyên xwe re parve bike. Her tim bal kişand ser pêşengiya îdeolojîk a kadroyê partiyê û ev pîvan xist pratîkê. Hevrê Kasim ku lêkolîner û pêkhênerekî baş bû, perspektîfa PKK’ê ya ji bo afirandina paşeroja wekhev, azad, jinûve nivîsandina dîroka Kurd û Kurdistanê ji xwe re kiribû rêber, bi vê armancê ji bo nivîsandina dîroka azadîparêziyê ya Kurdistanê û Kurdan tevkariyeke mezin kir. Nirxandina dîrokê li temamiya jiyana xwe belav kir, her kêliya jiyana xwe bi felsefeya dîrokê ya Apoyî hûnand, bi rengekî bêeman hewl da dîroka Kurdistanê têbigihêje û rast şîrove bike. Di vê derbarê de gelek ders da û pirtûka bi navê ‘Dîrok niha ye’ mîrateyeke gelekî hêja ji me re hişt. Hevrê Kasim karê propaganda û ajîtasyonê gelekî girîng didît û ji bo felsefeya têkoşînê ya Tevgera Azadiyê bigihêje her beşên civakê bi rêk û pêk hewl dida. Ji bo wî gelekî girîng bû ku dîroka partiya me, îdeolojî, wêje, şehîdên partiya me, bi giştî jiyana azad a li ser xeta Rêber Apo bê nivîsandin. Di mijarên cuda de gelek broşur, gotar, nivîsên lêkolînê amade kir.

WÎ PERSPEKTÎFA RÊBERTÎ YA ‘HEQÎQET YEKPARE YE’ KIRIBÛ ESAS

Hevrê Kasim di têkoşîna xwe ya 35 salan de ji bo ku bibe milîtanekî rastîn ê Rêber Apo şev û roj dixebitî, li ser esasê paradîgmaya Rêbertî şev û roj xwe perwerde dikir. Hevrê Kasim dizanî ku tevlêbûna nav PKK’ê tê wateya tevlêbûna Rêbertî û ev jî tê wateya mirov li ser fikrên Rêber Apo be û wî perspektîfa Rêber Apop ‘Heqîqet yekpare ye’ dikir esas.

Hevrê Kasim bi enerjiyeke mezin tevlî nav jiyanê dibû, tempoya Rêbertî ya xebatê ji xwe re dikir mînak, wî bawerî pê dianî ku divê her milîtanê partiyê vî tiştî ji xwe re bike esas û perwerdehiya vî tiştî dida hevrêyên xwe. Bi rastî jî kesekî her dem xebatkar û her dem afirîner bû.Wî hemû kêlîkên jiyana xwe veguherand çalakiya azadbûnê. Ji xeynî karên berpirsyariya wan wergirtibû, wî barê rêhevalên xwe jî sivik dikir. Rêhevalên wî di kîjan rewşê de be, dema pêdiviya wî pê hebûya, diçû alîkariya wan, moral û piştgirî dida wan. Dema ku peywireke ji bo partiyê hebûya, beriya her kesî wî xwe dida pêş. Berê xwe dida karên herî krîtîk, xetere, dijwar û kedeke mezin jê re hewce dike. Her dem beriya hevrêyên xwe diket bin barê giran. Hevrê Kasim di dîroka xwe ya têkoşînê de, her dem bû milîtanekî baş ê partiyê û her dem fermandariyeke baş ji xwe re kir esas. Bawerî bi têkoşîn û serfiraziye anî, bi ruhê serfiraziyê xebitî, kedeke mezin da, hilberand, herî zêde wî fikrên Rêbertî xist pratîkê û bû yek ji milîtanê PKK’ê yê pêşeng.

EM TÊKOŞÎNA RAST BIKIN WÊ SERFIRAZÎ YA ME BE

Hevrê Kasim bi dewlemendiya di fikr de û mitewazîbûna di jiyanê de, bû temsîlkarê kesayetiyeke sosyalîst. Wî sosyalîzma reel ji nêz ve nas kir, analîz kir û bawerî pê anî ku sosyalîzma demokratîk li ser xeta Rêber Apo dikare pêk were. Bi vê baweriyê meşiya, xwe azad kir û têkoşiya. Bi jîrbûn, ked, islûba xwe ya esprîwarê, zindîbûn, afirîner û her dem moral dida rêhevalên xwe. Rêheval Kasim li ku bûya her dem qala wî dihat kirin, li ku derê bûya atmosfereke erênî li wir ava dikir. Wî tu carî negot ‘Nabe’. Wî dizanî ku dîroka PKK’ê di her wateyê de ‘dîroka avakirina’ di şertên zehmet de ye. Wî ji me re da diyarkirin ku tecrubeya me ya dîrokî ji bo me mîrateyeke gelekî dewlemend e.Wî bawerî pê dianî ku wê têkoşîna me ya azadiyê bi serkeftinê tacîdar bibe, di her firsendê de ev tişt dianî ziman û digot, “Ji xeynî berxwedan û têkoşînê tu rêyeke me tune, dijminên me di serdemek qels de ne, bi tenê em têkoşîneke rast bimeşînin, serfirazî ya me ye’.

Hevrê Kasim dînamîzma ruhê ciwantiyê heta dawiyê dijiya, li ser esasê paradîgmaya Rêbertî, xwe li ser esasê xeta azadiya jinan ji nû ve afirandibû. Bûbû yek ji pêşengê me yê ku hewl dida bi jinan re bibe rêheval. Ew dibû şahidê berxwedan û israra di azadiyê de ya jinên Kurd. Li her qadê di her xebatê de li ser esasê regezên azadiya bi jinan re, rêhevaltî ji xwe re kiribû esas, bi fikra ku îradeya jinê wê mêran jî azad bike tevlî nav rêhevaltiya bi jinan re bûye û ji rêhevalên mêr re bûye mînak.

LI SER XETA RÊBER APO WÊ BIBE WESÎLEYA XURTKIRINA SERFIRAZIYÊ

Em hay ji vê hene ku partiya me PKK tê wateya girêdana bi şehîdan, pêkanîna armancên ku wan temenê xwe dane vî tiştî. Li ser vî esasî rêheval Kasim ê ku wekî fermandarekî pêşeng ê artêşa me ya şehîdan li ser xeta Rêbertî gavên mezin ên serfiraziyê diavêt, wê li her derê di nav têkoşîna me de bijî û bibe wesîleya li ser xeta Rêber Apo em serfiraziyê xurttir bikin.

Di şexsê hevrê Kasim de, em soza xwe ya ji bo şehîdan dubare dikin ku em ê nirxên berxwedana wan û xurtkirina serfiraziyê mezintir bikin. Vê siyasetga qirker û mêtinger a rejîma faşîst, li hemberî gel û tevgera me wê mehkûmî têkçûnê be. Li hemberî dewleta Tirk a faşîst, geşkirin û xurtkirina têkoşînê, hemû civak dijmin red bike û bi mezinkirina refên PKK’ê, bi hilweşandina faşîzmê pêkan e. Ev fermana rêheval Kasim a ji bo me ye.

Rejîma faşîst di têkoşîna bênavber a PKK’ê û stratejiya wê ya şerê gel ê şoreşgerî de, bidawîbûna xwe dibîne. Ji ber vê jî li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hovane dike. Li hemberî van êrîşan ciwanên Kurdistanê, jinên Kurdistanê û hemû gelê Kurd refên PKK’ê mezin dikin. Heta ku faşîzm hilweşe û serfiraziya tevgera me ya azadiyê teqez bibe, wê têkoşîna me bidome. Artêşa fedaî ya Rêber Apo, gelê Kurdistanê yê welatparêz û dostên wan, wê bi berxwedanê bersiva pêwist bibe dewleta Tirk a dagirker.

Endamekî gelekî hêja yê gelê Kurdistanê şehîd bûye. Em dizanin çawa ku ciwanên Kurdistanê şehadeta Engîn Sîncer kirin artêşa Erdalan, wê şehadeta Kasim Engîn jî bi heman ruh û coşê bibersivîne û ji ber vê êrîşa hovane dewleta Tirk poşman bike.

Em careke din di serî de ji malbata Nazlikûl re, ji hemû gelê Kurdistanê û mirovayetiya berxwedêr re sersaxiyê dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku hemû Kurdistan û Tirkiye, hemû çiya, bajar, kolan, fabrîke û her bihostek axa ku dijmin lê ye, di serî de ya rêheval Kasim em ê bikin qada tolhildana hemû şehîdan.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv