DAXWAZA AZADIYA RÊBER APO LI CÎHANÊ BELAV DIBE
KONFEDERASYONA SENDÎKAYÊN AFRÎKAYA BAŞÛR Û KHRAG’Ê KAMPANYA DAN DESTPÊKIRIN
Li Afrîkaya Başûr Koma Xebatê ya Kurd-Afrîkaya Başûr û Konfederasyona Sendîkayên Afrîkaya Başûr bi daxwaza azadiya Rêber Apo rabûn.
Her du rêxistin û saziyan bi vê dirûşmê destpêkirina kampanyayeke navneteweyî ragihandin;
Êdî dema wê hatiye; ji bo aştiyeke adilane li Tirkiyê, ji Abdullah Ocalan re azadî.
DAXWAZA AZADIYA RÊBER APO LI CÎHANÊ BELAV DIBE
YILMAZ ORKAM: KAMPANYA WERE XURTKIRIN, NY DIKARE GAVAN BAVÊJE
Hedefa kampanyayê ew e, ku Netewên Yekbûyî, ji bo azadiya Rêber Apo bikeve nava tevgerê.
Siyasetvan Yilmaz Orkam têkildarî kampanyayê di Nîvroja Stêrk Tv de bersiv da pirsên Selman Aslan.
Yilmaz Orkam diyar kir, ku Konfederasyona Sendîkayên Afrîkaya Başûr li welêt xwedî hêzeke xurt a biryardayînê ye û hevparê hukûmeta Afrîkaya Başûr e.
Siyasetvan Yilmaz Orkam destnîşan kir, ku heke kampanya were xurtkirin, Neteweyên Yekbûyî wê neçarî gavavêtinê bibe.