Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dayangaç ê 65 salî bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ girtin 16.01.2021

 

Kasim Dayangaç ê 65 salî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin. Polîsan kurekî wî kuştin, yek jê ji ber cezayê girtîgehê bû penaber û yek jê jî ji ber tahdeya li malbatê tê kirin terka malê kir û ji zû de xeber jê nayê girtin.

Malbata Dayangaç ku li Taxa Yakakoy a naveya Akdenîz a Mêrsînê ye, bi salan e bi tahde û zilma dewletê re rû bi rû ye. Malbat di salên 1990’î de ji ber zilma û tahdeyê ji navçeya Xîzan a Bedlîsê koç kiriye û hatiye Mêrsînê û li vê derê ji bo debara xwe dest bi karê sewalvaniyê kiriye. Lê belê li vê derê jî dewlet dev ji malbatê berendaye.
Kurê malbatê Nacî Dayangaç, ji ber tahdeya li wan dihat kirin û ji ber ku polîsan tim davêt er mala wan, di sala 2013’an de ji malê çûye û di 12’ê Tîrmeha 2018’an de li Taxa Kûşlûbahçe ya navçeya Şehzade ya Mêrsînê polîsan avêtiye ser malê dima û wî kuştine. Dayangaç, bi hinceta ku HPG’Î bûye hatiye înfazkirin.
Zarokê din ê malê Hîkmet Dayangaç jî di sala 2008’an de di 14 saliya xwe hatiye girtin û bi qasî du salan di Girtîgeha Pozanti ya Zarokan de maye. Piştî hatiye berdan, ji ber hin dozên din cardin hatiye girtin. Bi giştî 8 salan di girtîgehê de maye. Lê piştî bi salan ceza lê hatiye birîn ji neçarî terka Tirkiyeyê kiriye û niha li Ewropayê dimîne.
Kurekî din ê malê jî ji ber tahdeya li malbatê tê kirin terka malê kiriye û bi salan e xeber jê nayê girtin.
BAV GIRTIN 
Di 8’ê Çileyê de polîsan careke din avêtiye ser malê û di avêtina ser malê de bav Kasim Dayangaç ê 65 salî hatiye binçavkirin. Piştî 4 rojên di bin çavan de di 11’ê Çileyê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin û wî xistin Girtîgeha Tarsûsê.
Dayik Menîce Dayangaç, anî ziman ku bi salan e bi sewalvaniyê debara xwe dikin û ji bo roja ku hevjînê wê hatiye binçavkirin got: “Wexta avêtins er malê kurê min ê 10 salî bi tenê li malê bû. Hevjînê min êm dida heywanan. Gotin, ‘îfadeya wî heye’ û wî birin. Çû, hew hat.”
Dayangaç, bilêv kir ku hevjînê wê nexweş e û demek berê jî li beşa awarte tedawî bûye, lewma nikare di girtîgehê de bimîne. Dayangaç, destnîşan kir ku bi salan e ji vê taxê derneketine, lê rabûne hevjînê wê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” girtine.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv