EYŞE ŞEN 30 SAL E TEŞIYÊ DIRÊSE
Li navçeya Hezexê jina bi nasê Eyşe Şen bi teşiya ku dirêse xewedî li çanda kevnar a bi hezaran salan derdikeve.
Ji bo neparastina vê çandê jî Eyşe Şen rexneya li ciwnan jî dike.
Teşî rêsandin çandeke kevin, a tije ked û xwêdana jina ye.
Tevî hemû awayên bijavtinê jî jinên Kurd xwedî li vê çandê derketine.
Yek ji parêzvana vê çandê jî Eyşe Şen a 60 salî ya li navçeya Hezex a Şirnexê dijî ye.
Eyşe Şen ya bi teşiyê hiriyê dirêse ji rîsê ku peyda dike amûrên wekî tûrik, gore, lûf, merş, şalik û fanêreyan çêdike.
Zozan û xwezaya gundê Eyşe Şen li wan hatiye qedexe kirin û 30 sale nikare biçe zozanên xwe.
Lê tevî hemû zextan jî ew li navçeya Şirnex Hezexê sewalan xwedî dike û dev ji rêsandina teşiyê bernedaye.
Ji ber ne parastina vê çandê Eyşe Şen rexneyên tund jî li ciwana dike û dibêje divê ev çand bê parastin