Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
AktuelÇalakîNûçeyên DawîSîyasî

Sûad Mistefa dayika Ş Hevrîn Xelef di meşa dirêj a Cinêvê de axivî

 

Dayika siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef ku ji aliyê dewleta Trik û çeteyên wê ve hatibû kuştin, Sûad Mûstafa di çalakiyê de axivî û ev tişt got; “Li vê cîhanê her kesê ku bi navê mafên mîrovan têdikoşe baş bizane ku, Rêber Apo tenê ji bo gelê Kurd têkoşîn nake, ji bo hemû mirovahiyê têdikoşe. Lê ev cîhan hê jî li dijî komployê bêdeng e.

Banga me ji bo mirovahiyê hemûyan e, ji bo Netewên Yekbûyî ye, ji bo her kesê ku mafê mirovan diparêze, ya herî girîng banga me ji bo CPT ye. CPT dibêje li dijî êşkenceyê têdikoşe, em jî ji wan re dibêjin hûn li kune, serokê mirovaiyê 21 sal in dibin tecrîdê de ye… hûnê heta kengê çavê xwe ji vê zilmê re bigrin? Lê ji bîr nekin, em ê ji bo Rêbertiya xwe têbikoşin û tu caran gav paşve navêjin. Heta Rêber Apo azad nebe, ti caran gelên Tirkiye û Rojilata Navîn azad nabe.”

RÎELLE: MAFÊN BINGEHÎN TÊ REDKIRIN

Parlamentera Parlamentoya Federal a Partiya Sosyalîst a Swîsre (SP) Laûrence Fehlman Rîelle jî axivî û wiha got; “Ez ji bo piştevaniya bi gelê Kurd û daxwaza azadiya Ocalan li virin.” Di sedsala 21’an de jî mafên bingehîn yê gelê Kurd hê ji nedîtive tên yan jî tê redkirin em vêya tu caran qebûl nakin.”

‘JI BO AZADIYÊ DIVÊ TÊKOŞÎN GEŞTIR BIBE’

Piştre li ser navê Tevgera Jinan a Kurd û SYKP axaftin hatin kirin. Di axaftinan de Komploya 15’ê Sibatê hate şermezar kirin û ji bo azadiya Ocalan hate gotin ku divê têkoşîn li her qadê were geşkirin.

Piştî axaftinan starta meşa dirêj a 4 rojan ku wê li bajarê Swîsreyê pêk were hate dayîn. Meşvan bi pankarta “Ji Ocalan re azadî, statu ji Kurdistanê re” meşiyan û bê navber dirûşmeyên “Ji Ocalan re azadî” berz kirin.

Qonaxa yekem a meşa roja îro wê li pêşiya Ofîsa Netewên Yekbûyî ya li Cenevreyê bi mîtîngekê bidawî bibe.

Ev jî hatin dîtin

12:00 Aktûel

Stêrk Tv

13:00 Aktûel

Stêrk Tv

12:00 Aktûel

Stêrk Tv

10:00 Aktûel-Sorani

Stêrk Tv

15:00 Aktûel Kirmanckî

Stêrk Tv

13:00 Aktûel-Kurmanci

Stêrk Tv