Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dayikên Aştiyê ji di nav de gelek kes di tevgera qirkirina siyasi de hatin binçavkirin 06.10.2020

 

LI GELEK BAJARAN TEVGERA QIRKIRINA SIYAS
DAYIKÊN AŞTIYÊ JÎ DI NAV DE GELEK KES HATIN BINÇAVKIRIN

Polîsên dewleta tirk li Amedê avêtin ser mala Hevserokê HDP’ê Zulkuf Bîrgul.

Di serdegirtinê de deriyê malê şikandin û bi lêgerînê alavên malê belavkirin.

Ji ber ku Zulkuf Bîrgul ne li malê bu bû nehat binçavkirin.

Li Rihayê jî polîsan bi ser gelek malan de girt.

Di serdegirtina malan de Dayika Aştiyê Hadle Ogûr û hevjînê wê Cebraîl Ogûr, Dayika Aştiyê Meyaser Korkmaz û welatiyê bi navê Omer Bozdal binçavkirin.

Her wiha Polîsên tirk li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî welatiyê bi navê Arîf Geren, Cemal Geren, Îdrîs Kayaalp û Zîndan Molo xistin binçavan.

Polîsan li Antalyayê jî di sergirtina malan de welatiyê bi navê Halîl Kilici hat binçavkirin.

Her wiha ji 13 kesên bi hinceta “Endamê rêxistinê ne” hatin binçavkirin 3 kes ji wan Samî Ozguç, Harûn Bozyîgît û Mazlûm Bozyîgît hatin girtin û şandin girtîgehê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv