Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Giştî

Dayikên girtiyên siyasî li zarokên xwe bi tirsin

 

DAYIKÊN GIRTIYAN JI REWŞA ZAROKÊN XWE BI FIKARIN: “ZAROKÊN ME NIKARIN XWE LI ZINDANAN BIPARÊZIN,BILA BÊN BERDAN”

Li gorî agahiyê dawiyê ên ji Tirkiyê hatine heya hêjmara nexwên şewba Coronayê 10 hezar kesî derbas kir.

Devera herî bi rîsk jî niha girtîgehin.

Dewleta Tirk xwe amade dike 90 hezar girtiyan ber de.

Lê girtiyên siyasî derveyî qanûnê têne hiştin

Malbatên girtiyan jî ji ber rewşê gelek bi fikarin û diyar kirin ku divê demildest zarokên wan bên berdan.

Ji ber vîrûsa corona li Tirkiyeyê belav dibe, fikarên malbatê girtiyan zêde dibe ku vîrûs derbasî girtîgehan bibe.

Ji ber îqtîdar di pakêta 3’emîn a darazê de dixwaze girtiyên siyasî li dervê mafan bihêle, malbatên girtiyan bertekên xwe tînin ziman.

Dayika girtiyê bi navê Rêber Îldem yê li girtîgeha Tîpa T ya Manîsayê dimîne, Koçerî Îldem got pisgirêkên cidî li hemû girtîgehan heye û ev bang li rayedarên Tirk kir.
Dayika girtiyê bi navê Delîl Tekîn yê li girtîgeha Alîaga ya Şakranê girtiye, Gurbet Tekîn got zarokên me nikarin xwe li girtîgehe biparêzin divê demildest zarokên me bên berdan.

Dayika Medya Aslan ya li girtîgeha Tîpa T ya Wanê jî dimîne, Gulperî Aslan ku herî dawî bi keça xwe re axiviye ev agahî parve kirin.

Dayika Mesut Dogan ê li girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê ye Hasîne Dogan xwest zarokên wan ji paketa daraze fêdeye bigrin û werin berdan.

Serokwekîlê Koma AKP’ê Cahît Ozkan jî, der barê teklîfa qanûna înfazê de li Meclîsa Tirk daxuyaniyek da.

Li gorî agahiyên ku Cahît Ozkan dane; teklîfeke 70 xalî hatiye amadekirin.

Cahît Ozkan, diyar kir ku nêzî 45 hezar kes bandor ji vê daşikandina înfazê girtine û got, tevî girtîgehên vekirî ev hejmar digihê 90 hezar kesî

Li gor daxuyaniyên Ozkan; dema serbesterdana kontrolkirî bibe 3 sal; wê jinên 65 salên xwe temam kiribin û zarokên wan ên 0-6 salî hebin, nexweşên ku nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe îdame bikin wê di hepsa malê de bin; hikumxwarin sûdê ji vê qanûnê bigirin, ji ber vîrûsa coronayê wê cezayê wan du mehan li derev bê înfazkirin.

Ev jî hatin dîtin

Nûçeyên Şevê

Stêrk Tv

7.00 Sterka Sibe 26.01.2022

Stêrk Tv

Rêber Apo: Divê PKK ji niha û şûnde rola xwe bi serkeftî pêk bîne

Stêrk Tv

Li ser medyaya dîjîtal wê kampanyaya ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan’ dest pê bike

Stêrk Tv

لە هۆڵەندا ئاهەنگی کلتوری و هونەری کوردی ناونەتەوەیی بەڕێوەچوو

Stêrk Tv

18:45 Cenga Xabûr – Bager Başkale 22.09.2021

Stêrk Tv