Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dayikên Şemiyê li aqûbeta Huseyîn Toraman pirsîn 07.11.2020

Dayikên Şemiyê bal kişandin ser dosyaya Huseyîn Toraman û got: “Bendewariya me, hêrs û hesterên me wê bi demê re tine nebe.”

Dayikên Şemiyê, di hefteya 815’an de dîsa aqûbeta windayan pirsîn û xwestin hesab ji kujeran bê pirsîn. Dayikên Şemiyê dîsa ji ber vîrûsa corona daxuyanî li ser hesabê înternetê parve kirin. Dayikan vê hefteyê bal kişandin ser aqûbeta Huseyîn Toraman ê 24 salî ku di 27’ê Cotmeha 1991’an de li Kocamustafapaşa ya Stenbolê polîsan li pêş malê destgîr û windakirin.

Dayika Huseyîn Toraman Hatice Toraman, anî ziman ku kurê wê di sala 1991’an de dema destgîrkirî hat windakirin û wiha got: “Di vê pêvajoyê de ne qatîl darizadin û ne jî kurê min dîtin. Lê min ev windakirin tu carî ji bîr nekir. Birîna min tu carî nekewiya. Divê rayedar tiştekî bikin. Rayedaran hêj qatîl nediîtin û ceza nekirin. Tenê derdê min kurê min bê dîtin. Qatilê kurê min bê dîtin û darizandin e. Ez dixwazim ji qatilê kurê xwe bipirsim ‘Ka we çi kir ji kurê min? Ji bo ez kurê xwe bibînim min serî li her derê da. Divê li derdê dayikan guhdar bikin. Ka dayik çi dixwazin. Heta niha dem borî lê ne êşa me, ne hêrsa me û ne jî hezkirina me ya zarokan derbas bû.”

Xwişka Huseyîn Toraman Sakine Toraman jî çîroka destgîrkirina birayê xwe vegot. Sakine Toraman, anî ziman ku wê têkoşîna lêgerîna birayê xwe berdewam bikin û wiha got: “Em li her derê li birayê xwe geriyan. Lê me ew nedît. 29 salan em li edalet û heq geriyan. Hêj gorek me tune ye. Lê qatil serbest dijîn û tev digerin. Lê me tenê xizmên xwe winda nekir. Me jiyana xwe jî winda kir. Em malbat felç bûn. Tu carî dem di ser hêrs, bendewarî û hesreta me re derbas nabe. Em ê tu carî dest ji lêgerîna windayên xwe bernedin. Heta ku em neêjin qediya ev doz naqede. wê her tem lêgerîna me ya edalet û heq berdewam bike.

Parêzera malbata Toraman û Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yollerî jî bal kişand ser pêvajoya hiqûqê û wiha got: “Piştî 20 sal di ser dosyayê re derbas bûn, dozger biryara neşopandinê da. Lê me îtiraz kir û Dadgeha Cezayên Giran a Bakirkoy qebûl kir. Dosya lêpirsînê vekirin. Lê lêpirsînek çalak venekirin. Lêj aqûbeta Huseyin Toraman ronî nekirine.”

Vê hefteyê Mirova Şemiyê Gulizar Tuncer daxuyanî xwend û wiha got: “Huseyîn Toraman ê 24 salî li navçeya Gebzeyê dijiya. Di Nîsana 1991’an de dema kes li mal tune bû, polîsan bi ser mala Huseyin a Stenbolê de girtin. Mal kirin qereqol. Piştre polîsên Gebzeye jî di ser malê de girtin û bi xwe bi hev ketin. Di şer de polîsekî Midûriyeta Polîsan a Gebzeyê mir. Polîsan li dîwarê mala Huseyîn, nivîsa Tolhildanê nivîsîn. Ji ber vê yekê Huseyin Toraman koçî Stenbolê kir. Di 27’ê Cotmeha 1991’an de li pêş mala Huseyîn a Kocamustafapaşa kesên bi çek û bêtêl xwe wekî polîs dan nasîn û Huseyîn bi wesayîta torosa spî ya pilakeya wê 34 ATZ 56 revandin û birin. Carek din jî agahî ji Toraman nehat stendin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv