Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dayikên Şemiyê pirsa aqûbeta Hayrettîn Eren kirin 21.11.2020

Dayikên Şemiyê aqûbeta Hayrettîn Eren ê li Stenbolê hê 26 salî bû piştî hate destgîrkirin û nêzî 40 sal e winda pirsîn.

Dayikên Şemiyê di hefteya 817’emîn de carek din li aqûbeta windayan pirsîn û xwestin kujer werin eşkerekirin. Dayikan ji ber vîrûsa koronayê li ser hesabên medya dijîtal çalakiya xwe lidar xistin. Vê hefteyê li aqûbeta Hayrettîn Eren ê di 21’ê Mijdara 19980’î li Saraçhaneya Stenbolê hat destgîrkirin û carek din agahî jê nehat girtin pirsîn.

Xwişka Eren, Cemîle Eren diyar kir ku 40 sal bi ser windakirina birayê wê re derbas bûn û got: “40 sal çiqas zû derbas bû, lê belê ji me re hêj wek duh e.”

Cemîle Eren anî ziman ku birayê wê Hayrettîn dixwest dinyayek xweş û ji bo siberoja nifşên nû jiyanek xweş bihêle û got: “Vê yekê wek sûc dîtin. Ev ne sûc in. Dayik û bavan di nava êş û kulan de hiştin. Diya min û bavê min heta nefesa xwe ya dawî behsa Hayrettîn kirin. Bi salan e em daxwaza edaletê dikin. lê meydana ku edaletê lê qîr dikirin ji me re hat qedexekirin. Wîjdanê wan rehet e gelo? Bi şev dikarin razên gelo? Ji zarok û neviyên xwe re behsa êşkenceya anîn serê mirovan kirin gelo? Nikarin behs bikin. Çimkî wê neviyê wan hesab ji wan bipirse. Êşa me mezin e. Çend dayik, çend bav bêyî ku zarokên xwe bibînin wefat kirin. Dayik û bav bi êş û hesreta zarokên xwe koç kirin.”

Birayê Eren, Farûk Eren jî derbarê kekê xwe yê windayî de got: “Ew ji hezaran mirovan hatin windakirin yek bû. Em lêgerîna xwe ya heqîqet û edaletê bi Komeleya Mafê Mirovan û Dayikên Şemiyê re didomînin. Tekane daxwaza dayik û bavê min ew bû ku gora kurê xwe bibînin. Lê va em di şûna wan de jî vê têkoşînê didomînin. Divê ev tenê ne têkoşîna dayikan tenê be, divê bibe têkoşîna Tirkiyê. Ji ber ku daxwaza Dayikên Şemiyê li ber çavan nayê girtin, ev welat di vî halî de ye. Li her devera welat qîrîna edaletê bilind dibe. Heke deng bidana van qîrînan wê ewqas bêedaletî neqewimiya. Heta edalet pêk were em ê bêdeng nebin.”

Xwişka Eren, Îkbal Eren Yarici jî ji bo winda werin dîtin bang li rayedarên dewletê kir û got: “Em ne terorîst in. Em xizmên windayên ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirinê ne. Em Dayikên Şemiyê ne. Me pişta xwe nespart kesî. Tenê me pişta xwe spart hev û em ji bo wan kesên we winda kiriye li edaletêdigerin. Heke em terorîstbûna wê Tayyîp Erdogan bi dayikan re hevdîtin nekira. Wê soza ‘pirsgirêka we pirsgirêka min e’ nedaba. Yek ji van dayikan jî dayika min Elmas Eren e. Em dipirsin çi bû ji Hayrettîn. Ev mafê me ye em lê bipirsin. Soza we daye dayikên me bigirin. Hayrettîn Eren ê 40 sal berê ku we wî destgîr kir çi pê hat, eşkere bikin. Dev ji parastina kujeran berdin. Pêşiya darizandinê vekin.”

Parêzera Eren û Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan Eren Keskîn jî diyar kir ku wan piştî destgîrkirin û windakirina Hayrettîn Eren pêvajoya hiqûqî dan destpêkirin. Keskîn destnîşan kir ku heta roja îro ji bo dîtina Eren gelek caran serî li cihên pêwendîdar dane lê hemû bêencam mane û hêj dewlet van dozan bi dembihûrînê re rûbirû dihêle.

Daxuyaniya vê hefteyê biraziya Hayrettîn Eren, Işik Sû Eren xwend û destnîşan kir ku ew sê nifş li edaletê digerin û bang li rayedaran kir ku aqûbeta Hayrettîn Eren were eşkerekirin û edaletê bicih bîne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv