Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dayikên Şemiyê vê hefteyê li agûbeta Cemîl Kirbayir pirsîn 10.10.2020

 

ÇALAKIYA DAYÎKÊN ŞEMIYÊ
DAYÎKAN VÊ HEFTEYÊ AQÛBETA CEMÎL KIRBAYIR PIRSÎN

Dayiken Şemiyê û xizmên wendakiriyan îro dîsa li hev civîyan kesên ku di salên 90ê de ji aliyê hêzn dewleta tirk ve hatin wenda kirin bibîranin.

Ev bûyerên wendakirinê, projeyeke dewleta tirk ya ji bo tirsandina gel û tinekirina hêza pêşeng ya doza kurd bû.

Di wan salan de hêzên resmî û ne resmî yên dewleta tirk tam 17 hezar kes revandin û ew wenda kirin. Di nava wan de ji karsazan bigire heta rojnamevanan, ji siyasetmedaran bigire heta gundî û şivan ji her beşên civakê mirov hebûn.

Lê Dewletê ti car berpirsiyara wan negirtin ser xwe. Lewma ev cînayet weke “bûyerên failê wan ne diyar” ket dîrokê.

Dayikên şemiyê cara hefteya 811an çalakiya xwe ji ber nexweşiya coronayê li ser medya civakî pêk anîn

Dayikan vê heftê li aqubeta Cemîl Kirbayir pirsîn.

Birayê Cemîl, Mikail Kirbayir da xuya kirin ku ji darbeya 12ê îlonê ve mantiqa hemû hukumetan weke heve.

Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Amedê vê hefteyê jî li aqûbeta Çayan Çîçek pirsîn.

Çayan Çîçek ê ji çavên xwe asteng bû di 27’ê gulana 1994’an de li navçeya Licê ya Amedê hat binçavkirin û windakirin pirsîn.

Rêvebera Şaxa ÎHD’ê parêzer Derya Yildirim bibirxist ku Çayan Çîçek li gundê xwe bi karê cotkariyê û sewalkariyê re mijûl dibû û leşker bi ser gund de digirin wî binçav dikin û ji roja hatiye binçavkirin heta îro tevî hemû lêgerînên malbatê jî nehatiye dîtin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv