Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dayireya Pisporan li Elmanyayê: Bahaneyên Dewleta Tirk ên li dijî Başûr gumanbar in

 

Pisporên Meclisa Federal a Almanyayê têkildarî êrişên dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê raporek amade kirin..

Di raporê de tê gotin, îdîayên dewleta Tirk ji bo êrişan dike bahane e.. û divê pêşî lê were girtin..

15’ê Hezîranê dewleta Tirk bi awayekî hemwext êriş birin ser Şengal, Kampa penaberan a Mexmûr û çiyayên Başûrê Kurdistanê..

Ji wê rojê ve bombardimanên li dijî axa Başûr dewam dike..

Têkildarî mijarê Daîreya Xizmetên Zanyarî ya Meclisa Alman raporek amade kir..

Rapor desnîşan dike ku, êrişa dewleta Tirk di warê huqûqî de bi goman e û balê dikşîne ser van xalan:

Di rewşa heyî de ti êrişên PKK’ê ji herêmê li dijî Trkiyê pêk nehatiye.

Ji ber vê yekê ti sedem tineye ku Tirkiye di bin navê parastinê de tevgereke leşkerî li dar bixe.

Li ser encama raporê, Parlementera Pariya Çep Dîe Lînke Sevîm Dagdelen ev nirxandin kir:

Dewleta Tirk a endama NATOyê ye, bi awayekî li dijî huqûqa navneteweyî êrişê Bakurê Iraqê dike. Tevî vê rastiyê jî balkêş e ku heta niha Serokwezîr û wezareta karê derve ya Almanyayê nebûne xwedî helwest û êriş şermezar nekirine.

Dagdelen ev bêdengiya hukûmeta Alman weke bêçaretî binav kir..

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv