Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

DBP’ê ji bo gel stend, qeyûm jî ji bo rantê firot! 16.01.2021

Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Walî Mehmet Emîn Bîlmez daxuyand ku ji bo 9 milyon TL deyn, dê Namzetê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Necdet Takva bide ber îcrayê. Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê Mûstafa Avci ku qeyûm tayinî şûna wî hatiye kirin got “Ji ber ku berjewendiyên wan li hev derneketine wiha bûye.”

Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Walî Mehmet Emîn Bîlmez, daxuyand ku dê Namzetê AKP’ê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê (VANTSO) Necdet Takva û Serokê Desteya Rêvebir a Kargehên Çandiniyê yên Wanê (VOTAŞ) Yavûz Kahraman bide ber îcrayê. Qeyûm Bîlmez, Takva û Kahramnê ku hîseyên VOTAŞ’ê firotine, 9 milyon TL deynê xwe yê şaredariye nedane û ji ber vê serî li cîrayê dane. Di daxuyaniya Bîlmez de, tiştekî ku bal kişand jî gotine “em bi salan hatin ewarekirin” bû.

 

DBP KIRÎ, QEYÛM FIROT 

 

Borseya Bazirganiyê ya Wanê, VOTAŞ’ê stendibû. Rêvebiriya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî di sala 2015’an de wê bi 17.5 milyon TL’yî stendibû. VOTAŞ, tesîsa herî mezin a çandinî û sewalvaniyê ya Tirkiyeyê bû. Lê belê gava Walî Mûrat Zorlûoglû bûbû qeyûm û hatibû tayinkirin, di saşa 2018’an de wê bi 19 milyon û 510 hezar TL’yî firotibû Şîrketa Çandinî, Sewalvanî û Înşeatê ya Asyayê. Li gor peymanê şîrketa ku îhale wergirtibû dê ji sedî 25 bedla wê pêşin bidana û yê mayî jî bi 18 texsîtan bidana. Lê belê li gor daxuyaniya Walî Bîlmez, hîn ev deyn nehatiye dayîn.
Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mûstafa Avci ku di hilbijartina 2019’an de ew û Bedîa Ozgokçe Ertan hatbûn hilbijartin û paşê qeyûm atyinî şûna wan hatibû kirin, firotina VOTAŞ’ê û tiştên piştî VOTAŞ’ê qewimîn gotin.

 

KIRÎN Û FIROTINA WÊ 

 

Avci, anî ziman ku ji bo pirsgirêka betalî û hejariyê ya bajêr bê helkirinî rêveberiya DBP’ê VOTAŞ’a ku 500 hezar metrekare erseya wê hebû kirîbû. Avci, bilêv kir ku lê piştî qeyûm hat tayinkirin, hatiye firotin.
Avci, diyar kir ku qeyûm VOTAŞ’ê firotiye kesên berê bûne namzetên AKP’ê û got: “Pêşin milyon û 200 hezar TL hatiye dayîn û 9.5 milyon TL’yê mayî jî kirine 18 texsît. Di peymanê de tê gotin heger 3 texsît neyên dayîn şaredarî dikare peymanê fesix bike. Lê belê di dema qeyûmê ewil de ne 3 texsît, texsîtek jî nehatiye dayîn. Gava me mazbataya xwe wergirt em pê hesiyan.”

 

‘PERÇE BI PERÇE FIROTIN’ 

 

Avci, da zanîn ku gava hatine ser kar tevî muşawirên hiqûqê û îştiraka şaredariyê BELVAN’ê li ser vê meseleyê hûr bûne û hevdîtin bi rayedarên VOTAŞ’ê re kirine. Avci, destnîşan kir ku dayina deyn dê meseleyê çareser neke û got: “Me xwest ev pere tevî faîza wê bê dayîn. Gotin, pereyê me tune ye. Lê şîrket kirine 40 hîse û hîse firotine. Hem pereyê me nedan hem jî rabûn VOTAŞ’ê perçe bi perçe firotin. Lê belê ev firotin bi awayekî fermeî di nav qeydên wan de jî tune ye. Çawa dabeş kirine, bi çi qasî firotine, em nizanin. Pêşniyarî me kirin ku ji dêvla pere wê ji sedî 25 hîseyekê bidin. Me qebûl nekir.”
Avci, destnîşan kir ku hindik mabû meseleyê hel bikin, lê belê cardin qeyûm hatiye tayinkirin û qeyûmê nû çawa hatiye meseleya navbirî daye sekinandin. Avci, bilêv kir ku lê piştî demeke dirêj cardin bûye rojev û tişta divê bê kirin jî ew e ku malê gelê cardin dewrî gel bê kirin.

 

‘NIKARIN LI HEV PAYÊ BIKIN LOMA…’ 

 

Avci, destnîşan kir ku ji ber ku berjenwendiyên di navbera qeyûm û kesên ku VOTAŞ’ê stendine xera bûne, cardin bûye rojev û got: “Qirêjî kûr dibe. Nikarin pasteyê li hev payê bikin. Lewma ketine qirika hev. Tenê ne di vê meseleyê de; demek berê nav bajêr asfalt kirin. Lê hîn du hefte di ser re neçûbû, qirêjiya wan aşkere bû. Serokê daîreya çêkirina rêyan û midûrê şaxê ji peywirê hatin girtin. Ev ne hewldanine samîmî ne. Heger samîmî bin, bila ji bo pêşeroja VOTAŞ’ê gazî gel bikin û bi hev re biryarê bidin. Ev mesele, qethiyen meseleya berjewendiyê ye.”
Avci, anî ziman ku mesele tenê ne meseleya Necdet Takva ye û wê ev mesele tenê bi VOTAŞ’ê sînorkirî nemîne. Avci, bilêv kir ku di sala 2019’an de gava dest bi kar kiribûn tenê mudaxileyî sê tiştan kirine û bi vî awayê mehê 4.5 milyon TL teserif kirine û got: “Di dema qeyûmê ewil de 30 meh hene. Di vî 30 mehî de her meh 4.5 milyon TL ketiye bêrîka hin kesan. Hatina Necdet Takva ya wir, tenê ne 9.5 milyon TL’yê VOTAŞ’ê ye. Qîma xwe bi vê naynin. Hesabê vana hîn mezintir e.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv