ROJA CÎHANÎ YA AZADIYA RÊBER APO
JI EWRUPA HETA EMERÎKA Û AVUSTURALYAYÊ ÇALAKÎ PÊK BÊN
10’ê Cotmehê wê li sedan deveran bibe roja qîrîna siloganên ji bo azadiya Rêber Apo.
Bi wesîleya salvegera komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Apo, çalakiyên girseyî pêk werin.
Bi sed hezaran beşdarî çalakiyên li gelek aliyên cîhanê bibin.
Wê careke din hêrsa xwe ya li dijî komploya navnetewî û pergala êşkencê ya Îmraliyê bînin ziman.
Di heman demê de jî wê careke din bi dengê bilind peyama dema pêkanîna azadiya Rêber Apo ya fîzîkî hatiye bidin û daxwaza azadiya wî biqîrin.
Tenê li Almanyayê wê tevî Berlîn, Koln, Frankfurt, li 12 bajarên cûr be cûr çalakiyên ji bo azadiya Rêber Apo bên lidarxistin.
KON-MED’ê banga beşdariya çalakiyên ji bo Azadiya Rêber Apo li hemû Kurdistanî û dostên li Almanyayê kir.
Li Fransayê jî wê li paytext Parîs, Marsîlya, Strasbourg, Bordeaux (bordo) Rennes (Ren) û Toulouse (Tûlûz”ê pêk bên.
Li Swîsreyê jî wê li bajarê Baselê, li Belçîkayê li paytext Bruksel û Avusturyayê jî li paytext Vîyanayê çalakiyên navendî pêk werin.
Li parzemîne Avusturalyayê jî wê li bajarê Avusturalya Perthê meşa navendî ya ji bo Rêber Apo were lidarxistin.
Komîteyên Amadekar a roja cîhanî ya azadiya Rêber Apo banga beşdariya xurt li hemû kurdistanî û dostan kirin.