DELAGASYONA AŞTIYÊ YA NAVNETEWÎ:
KÛRBÛNA TECRÎDÊ KÛRBÛNA DÎKTATORIYÊ YE
Delegasyona Aştiyê ya Navnetewî gelek caran hewl da ku biçe Îmraliyê bi Rêber Apo re hevdîtinê bike.
Ev daxwaz heta serdan hemû ji aliyê rayedarên tirk ve hat astengkirin.
Lê delegasyonê dîsa ji ya xwe nehat xwar û israra xwe domand.
Heta îsal vê daxwaza xwe li ser înternetê careke din dubare kir.
Di civîna xwe de mîsyona ji bo Îmraliyê ku hatibê avakirin weke rapor eşkere kir.
Delegasyonê diyar kir ku israra wan a ji bo çûna Îmraliyê avakirina zemîneke ji bo proseya diyalogê ye.
Delegasyonê eşkere kir ku ew bi întîzam ji wezîrê dadê yê tirk re bi fermî ji bo çûna Îmraliyê serlêdanên xwe didomînin.
Delegasyonê bal kişand ser xebatên xwe yên ji bo şikandina pergala tecrîdê û ev agahî dan.
Me bi gelek sazî û dezgehan re li ser vê armancê hevdîtin çêkirin.
Di encama hevdîtinan de ew bûne şahid ku tecrîda li Îmraliyê belavî hemû qadan bûye.
Delegasyonê nerazîbûn nîşanî saziyên peywendîdar ên cîhanî jî da û xwest dest li vê proseyê werdin.
Civîna Online bi vê tespîtê bi dawî bû; belavbûna tecrîdê li tevahiya welêt tê wateya belavbûna dîktatoriyê li qadeke berfireh û hewldana mayindebûna dîktatoriyê.