Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dengbêj Ehmed Belge bi kilamên xwe bûyer û efsaneyên herêma Botanê zindî dike 08.10.2020

 

ŞIRNEX – Ji avabûna Komara Tirkiyeyê ve li Kurdistanê, zilm û zordariyên li ser gelê kurd pêk hatine, dengbêjan nehiştine ku bên jibîrkirin. Dengbêj Ehmed Belge yê ku bi klamên xwe tim qala zilma li ser kurdan dike, got: “Polîtîkayên li dijî kurdan, tu carî neguheriye û hîn jî berdewam dikin.”
Di wêjeya devkî ya kurdî de dengbêjî xwedî cihekî girîng e. Li Kurdistanê ji dîrokê ve heta niha bi hezaran serpêhatiyên mîna êş, evîn, zilm, şer û komkujî, bi klamanên dengbêjan heya roja îro hatine. Carînan Evdalê Zeynikê, carînan Mîrê Botanê û carînan jî Mem û Zîn dibin mêvanên klamên dengbêjan. Komkujî, hovîtî û lehengiya kurdan a ku bi salane hewl didin ku bidin ji bîr kirin bi saya dengbêjiyê ji nifşekî derbasî nifşek din dibe. Ligel gotina her klamekî rêwîtiya raborî ber bi pêşerojê ve ji nû ve dest pê dike. Dengbêj Ehmed Belge yê ku di zarokatiya xwe de heta niha bi dengbêjiyê serpahatiyên kurdan ji pêşerojê re radigihîne, bûyer û efsaneyên ku li herêma Botanê qewimîn bi klamanên xwe zindî dike.

KLAMA BEDIRXAN BEG
Yek ji serpêhatiyên ku di nava gelê Kurd de nav û deng têkoşîn û sekna Bedirhan Beg e. Dengbêj Ehmed Belge, Bedirxan Beg ê ku bûye mijara klaman wiha vedbiêje: “Bedirxan Beg dema ku bû Emîrê Botanê 19 salî bû. Wê demê Împaratoriya Osmanî gelek guhertinên îdarî pêk anîn. Bedirxan Beg di navbera Împaratoriya Osmanî û feodalên kurd de rolek girîng dilîst. Bedirxan Beg baca û esker nedan hikûmeta Osmaniyan. Bedirxan Beg, serxwebûn ragihand û Cizîr kir paytext. Pişt re ala kurd bi keleha Cizîrê ve daliqand. Paşê, Osmaniyan ji sê aliyan ve êrîş kirin û dema Cizîr dorpêç kirin, Bedirxan Beg û biraziyê wî dil girtin. Bedirxan Beg piştî ku hat dil girtin, dibin Sewasê û li wir derbasî Stenbolê dikin. Dûre wî û malbata wî bi veşartî derbasî Yewnenîstanê dikin. Di wê demê de Yewnenîstan di bin hikmê Osmaniyan de bû. Bedirxan 7 salan li girava Yewnenîstanê tê girtin. Di wan 7 salan de Bedirxan Beg bi fikir û ramanên xwe rê û rêbaz nîşanî hikûmetê didan. Hîn kes dibêjin 19 kurê Beg hebûn û kirin mezinên hêza hikûmetê ya leşkerî. Pişt re ji Yewnenîstanê Bedirxan beg dişînin Şamê. Bedirxan Beg wekî Mîrê Mîran tê pênase kirin. Beg bi daxwaza xwe emrê xweyê heyî li Şamê derbas dike û li wir emrê xwedê dike û gora wî niha jî li Şamê ye. Li ser vê xakê bi hezaran lehengên mîna Bedirxan Beg hene. Em jî wekî Dengbêjên vî gelî ji bo ku wan nedin jibîr kirin her tim dibêjîn û didin guhdarî kirin.”

KLAMA MÎRÊ BOTAN
Dengbêj Ehmed, bal kişand ser klama Mîrê Botanê û wiha axivî: “Wexta ku koçer diçin zozanan quntara Kêre pezvan ber berxan bûn. Şivanên van yek ji van qîzîk, yek ji van jî lawik bû. Ev herdu nasînên hev bûn. Ji hevdû hez dikirin. Dibêjin Kevokek Mîrê Botan hebû. Ev kevok hevalê herî pêbawer û dilsoz ê yê Mîr bû. Mîre Botan ew kevok dişand da ku guh bide derdorê. Bi saya vî kevokî haya Mîr ji bûyerên diqewimîn çêdibû. Rojekî Kevok baz dide û diçe. Ev kevok van herdû evîndaran guhdar dike. Kevok piştî ku li van her du evîndaran guhdar dike, diçe dîwana Mîr û jêre dibêje, ‘Min îro dengek wisa bihîst ku min di jiyana xwe de nebihîstiye.’ Mîr mereq dike û dipirse ‘Ev çi denge wisan?’ Kevok ji Mîr re dest bi vegotina du evîndaran dike. Mîr ferman dide û lawik diavêjin zîndanê. Li ser vê bûyerê li Zomê mal ber bi barkirinê ve diçin. Keçika evîndar ji Mîr re dibêje ‘Mîrê min guh bidin min û hûn paşê çi bikin bikin.’ Li ser vê gotina keçika evîndar; Mîr, kevok û çend kes tên milê pirê û li wir xwe vedişerin. Keçik îdare nake û qesta Cizîrê dike. Bi qayikê dixwaze derbas bibe. Lê xwediyê qayikê ji ber fermana Mîr keçikê derbas nake. Mîr ji keçikê re dibêje ‘Ez te guhdar dikim.’ Keçik dest bi vegotina evîna xwe dike. Mîr piştî guhdarkirinê lawik ber dide û herdû evîndar digihîjin mîraza xwe. Piş re ev serpêhatî li herêmê belav dibe û dibe klameke evînê li ser zimanê Dengbêjan.”

HAWARA ŞIRNEXÊ
Dengbêj Ehmed, anî ziman ku ji avakirina Komara Tirkiyeyê heye roja îro gelê kurd bi berxwedanên bêhempa zilm têk biriye û wiha klama li ser zilmê vedibêje: “Di dîrokê de heta niha gelê kurd rastî gelek zilm û zordestiyan hatin. Ji roja ku Împaratoryiya Osmanî û Komara Tirkiyeyê hat avakirin ve, kurd her tim rastî zilmê hatin û bajarên wan tim di dorpêçê de ne. Eskeran axayên eşîran hilweşandin, mal û milên kurdan talan kirin, zar û zêçên wan koçber kirin. Dema ku dor hat Şirnex, şer derket û Goyî bi hewara Şirnexê ve hatin û li bajêr şer dest pê kir. Klama Hawara Şirnexê jî vê hatiye gotin. Ji damezrandina Komarê ve heta roja me ya îro nêzîkatiya li dijî kurdan tu carî neguherî û hîn jî berdewam dike. Em jî wekî Dengbêjên vî gelî, êş, evîn, berxwedan û têkoşîna gel bi klamên xwe ber bi siberojê ve dibin.”

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv