DERBARÊ BERDEVKA TJA’Ê AYŞE GOKKAN DE BIRYARA GIRTINÊ HAT DAYÎN
AYŞE GOKKAN HEYA NIHA 83 CARAN HATIYE BINÇAVKIRIN
Îro runiştina doza berdevka Tevgera Jinên Azad TJA Ayşe Gokkan li 9. Dadgehayê Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.
Li ser navê Ayşe Gokkan parêzerê wê Nevzat Karaaslan amadebû.
Newzad Karaaslan, parastina muwekîla xwe kir û diyar kir ku daxuyaniyên şahidên veşartî qebûl nake û xwest di runiştineke din de muwekîla wî were guhdarkirin.
Dadgerên dewleta Tirk bi hinceta Ayşe Gokkan neçûye runiştina dozê, ji parastinê reviyaye û endama rêxistinê ye biryara girtina wê da
Dewleta Tirk bi giştî 83’ê caran berdevka TJA’ê Ayşe Gokkan kiriye bin çavan û gelek caran jî girtiye.
Tenê ji dema şaredariya Nisêbînê ji 200 dosyayan, lêpirsînê derheqê wê hatine vekirin.
Li Dîlok, Amed û Mêrdînê 4 dosyayên cûda bûne yek doz.