Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Derbeya AKP li dijî Şaredariyên gelê Kurd

 

DARBEYA LI DIJÎ ÎRADEYA GEL, LI SER ŞAREDARIYÊN ÎDIR, SÊRT, MISIRC, XANA HEWÊL Û VARTÎNÎS

Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst dest danî ser şaredariyên HDP’ê yên Sêrt, Misirc, Xana Hewêl, Îdir û Vartînîsê.

Polîsên Dewleta Tirk vê sibê dor li şaredariyên Sêrt, navçeyên wê Misirc û Xana Hewêl girtin û dest danîn ser hersê şaredariyan.

Hevşaredara Sêrtê Berîvan Helen Işik, Hevşaredarê Xana Hewêl Ramazan Sarsilmaz û Hevşaredarê Misircê Baran Akgul ji wezîfeyê hatin dûrxistin û qeyûm li şûna wan hat bicihkirin.

Piştre jî hersê hevşaredar hatin binçavkirin.
Polîsan di serdegirtina malên hevşaredaran de deriyê malan şikandin.

Hevşaredarê Sêrtê Resûl Kaçar tevî ku mazbata nedabûnê ew jî kirin binçavan.

Polîsên Tirk dor li avahiyên şaredariyan girtine û destûr nadin kes têkeve hundir.

Li Îdirê jî polîsan dor li şaredariyê girtin û hevşaredar Yaşar Akkuş kirin binçavan.

Li Mûşê jî polîsan dest danîn ser şaredariya bajarokê Vartînîsê.

HDP’ê di hilbijartina 31’ê Adara 2019’an de 65 şaredarî bi dest xistibûn.

Heta niha 44 şaredarî hatin desteserkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv