DEREWÊN ARTÊŞA TIRK!
7 KUŞTIYÊN ŞER, WEKE ENCAMA 6 QEZAYÊN CÛDA DAN
Artêşa Tirk a dagirker ji ber çalakiyên gerîlayan derbên giran dixwe û wendahiyan dide.
Lê belê wan wendahiyên dide jî, vedişêre.
Yên ku nikare veşêre jî, wekî mirinên di encama qezayan de nîşan dide.
Mînaka wê ya dawî, doh ango 18’ê mijdarê de qewimî.
Li gorî daneyên fermî yên dewleta Tirk ji ber qezayên li 6 deverên cûda, 7 esker mirine.
Ev cihê dibêje qeza bûne jî, Başûrê Kurdistanê, Colemerg, Şirnex, Amed, Hatay û Sûrî.
Artêşa Tirk îdîa dike ku, qeza qewimîne û 7 eskerên wê mirine.
Ev îdîayên rayedarên Tirk di medya dijîtal de rastî henekan hatin.
Bi sedan kesan gotinên rayedarên tirk wekî encama veşartina wendahiyên şer nirxandin.