Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Derewên ragihandina PDK’ê – Beşa dûyem 16.01.2021

 

DEREWÊN RAGIHANDINA PDK’Ê
“BILA KES BI DEREWAN NEXAPE, EM BI ŞOREŞÊ Û HÊZÊN ŞOREŞÊ RE NE”

PDK bi terzê siyaseta xwe her ku diçe zêdetir dişibe partiyên dewleta tirk a dagirker.

Çawa ku partiyên rejîma faşîst a tirk êrişî nirxên kurdan dike û reş dike.

PDK jî daye ser heman rêyê û ew jî bi heman argumanên Erdogon û Bahçelî êrişî nirxên kurdan dike.

PDK di salên 90’î de li dijî PKK bi talîmatên dewleta tirk li cîhanê propagandayeke reş dimeşand.

Ew li ser argumana ‘ez Kurdê baş im û PKK Kurdê nebaş e’ siyaseteke qirêjî meşand.

Îcar di roja me ya îro de li dijî hêzên parastina Şoreşa Rojava jî heman qirêjiyê dike.

Li derew û xerabiyên xwe van rojên dawî çendên din jî zêde kirine.

Bi rêya ragihandina xwe êrişî PKK, QSD, YPG û YPJ’ê dike.

Tevî van derewên wan jî dirêj neajot, rastî derketin holê.

Proaktîf Atolye ku li ser tevna twîtterê nûçegihaniyê dike, derewên ragihandina PDK’ê bi belge û dîmenan eşkere kirin.

Ew zarokên ku tê iddia kirin qaşo hatine revandin, tevî malbatên xwe rastiya meselê weke ku ta bi derzî ve bikin yek bi yek vegotin.

Duh me beşê yekem ku tê de Diyar Fuad Ahmet, Lîna Abdulbakî û malbatên wan diaxivîn, weşandibû.

Di vê beşê de jî em ê îcar cih bidin Cudî Adnan, Ronîda Darî û Fethî Mihemed û Esîn Mihemedî.

Ragihandina PDK’ê îdia kiribû ku şervanên kurd ev zarok ravendine.

Esrîn Mihemedî bi nasnav Evîndar Bêrîvan ji rojhilatê Kurdistanê bû. Ew di nav refê gerîlayên azadiyê de di oxira azadiya Kurd û Kurdistanê de di sala 2019’an de di encama êrişên balafirên şer ên dewleta tirk a dagirker li Zozanên Asosê şehîd bû.

Ragihandina PDK’ê ji bo şehîd Evîndar jî heman îftirayê kir, got: PKK’ê ew revandiye.

Bavê şehîd Evîndar dibêje ew ji ber zextên dewleta Îranê koçî Başûr kirine û keça wî jî ji Başûr tevli nav refên gerîla bûye..

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv