Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Destana gerîla ya li Gilîdaxa Serhedê 16.11.2020

 

DESTANA GERÎLA YA LI GILÎDAXA SERHEDÊ
FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA PARASTINA GEL PEYAMA PÎROZBAHIYÊ WEŞAND

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel bi peyamekê Fermandariya Eyaleta Serhedê pîroz kir.

Di peyamê de wiha hat gotin:

Berxwedana we ya ji 2yê Cotmehê heta 27’ê Cotmehê serketineke girîng e û bû rûpelekî nû li dîroka Gerîlayê Azadiya Kurdistanê.

Em hêza fermandariyê û hevalên bersiva pêwîst dan vê tevgera dagirkeriyê silav dikin.

Dewleta Tirk a qirker, mêtînger, ku li hemberî gerîla têkçûyîneke dîrokî dît xwe spartiye şerê taybet û psîokolojîk.

Timî tasfiyekirina gerîla tîne ziman û ji bo vê yekê pêk bîne, her derfetên xwe danîne holê.

Gerîlayê Azadiya Kurdistanê bi xeta nû ya gerîla, taktîkên afrîner, tevger, bicihbûyîn û rêbaza çalakiyê hewesa dewleta Tirk a dagirker di gewriya wê de hişt.

Di peyamê de hat destnîşankirin, ku hêzên eyaleta Serhedê tevahiya mehekê êrişên ji bejahî û asîmanî pûç kirine û wiha hat gotin:

Hê roja destpêkê, dijminê ketî panîkê hev kuşt.

Ji ber ku teknîk û îstîxbarata wan a şevûroj probagandaya wê dikin li hemberî terzê dema nû yê gerîla bê encam ma, serî li bikaranîna çekên kîmyewî da.

Bi vî rengî cenazeyên xwe şewitandin û dîsa encama ku dixwestin bi dest nexistin.

Nebûna şehadetekê tenê jî li hemberî çapemeniya sextekar û derewîn a Tirk a digot “9 kuştiyên PKK’ê hene” serketina herî şênber a vê berxwedanê ye.

Ji ber ku gerîlayan demeke dirêj cenazeyên dijmin di kontrola xwe de hiştin, bi qismî jî be neçar ma behsa kuştiyên xwe bike.

Di peyamê de hat bibîrxistin, ku artêşa dewleta Tirk a dagirker ji ber bêçaretiya li hemberî gerîla 3 caran hêzên xwe yên tevgera dagirkeriyê guhertine û hat gotin:

Berxwedan, baweriya ji serketinê û hêrsa tolhildanê ya hevreyên me, xeyalên mêtîngeriyê yên dewleta Tirk û faşîst tine kirin, pozê wan bi erdê ve kaş kirin û derseke din a dîrokî dan dagirkeran.

Em fermandar û hevrêyên xwe yên di pêvajoya vê berxwedanê de cih girtin û ked dan hemûyan pîroz dikin û hêviya serketinên nû ji wan dikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv