KAMPANYAYA AZADIYA OCALAN
DESTEKA ENTERNASYONALÎSTAN BERFIREH DIBE
Rêveberên Kampanya Ji Ocalan Re Azadî ya Navneteweyî bi peyamên bi dîmen beşdarî çalakiya li Strasboûrgê bûn.
Dîrektorê Navneteweyî yê United the Union Sîmmon Dubbins got,
Ew ji sala 2016’an û vir ve vê kampanyayê bi rê ve dibin.
Û ew îsal hêvî dikin bi beşdariya sendîkayên din ên karkeran ên li welatên din ên Ewrûpayê encamek ji vê kampanyayê bigirin.
Serokê Yekitiya Gelan a Navneteweyî profesor Xose Marîa Sîson jî bal kişand ser tecdîra li dijî Rêber Apo û wiha axivî:
Ez jî di dema rêvebiriya faşîst a Markos a li fîlîpînan bi tena serê xwe di girtîgehekê de bûm. Tenêhiştina mirovekî, qedexekirina hemû têkiliyan li wî îşkenceyeke fîzîkî ye. Berpirsiyariya vê li ser milê Konseya Ewrûpa ye.
Xose Marîa got, ew wekî saziya Ay, El Pî Sî ji bo hevkariya bi kurdan û bi Ocalan re li cîhanê dest bi kampanyayekê dikin.
Û 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê weke roja starta vê kampanyayê destnîşan kir.
Wezîrê Berê yê Karê Hundir ê Îzlandayê û Berdevkê Kampanya ji Ocalan re azadî Ogmundur Jonasin di peyama xwe de wiha axivî:
Em di bin banê vê sloganê de ciyê xwe digirin: Dema azadiya Ocalan hatiye.
Aktivîsta Başûrê Afrîkayê Ela Gandhi jî bi heman armancê peyamek şand û wiha got:
Em wekî kesên ji Hîndistanê, Başûrê Asyayê û gelek aliyên din ên cîhanê daxwaza azadiya Ocalan dikin. Daxwaza naskirina gelê kurd û daxwazên wî yên rewa êdî li her aliyê cîhanê tên qebûlkirin.
Ocalan jî wekî Mahatma Gandî û Nelson Mandela li berxwe dide.
Êdî dema azadiya Ocalan hatiye.