DEWLETA DAGIRKER DÎSA ZAROK KUŞTIN
OZCAN ERBAŞ Ê 16 SALÎ JI COLEMÊRGÊ HATE KUŞTIN
Rêjîma Tirk careke din li Kurdistanê berê çekên xwe da zarokên Kurd.
Êrişa eskerên dagirker li Colemêrgê pêk hat..
Li gundê Bêruhê yê girêdayî bajarokê Rûbarokê, doh komeke ciwan ji bo geştê û her wiha berhevkirina berûyan çûn derdorê..
Di wan kêliyan de eskerên artêşa Tirk gulle li ciwanan reşand..
Di encamê de zarokê 16 salî Ozcan Erbaş jiyana xwe ji dest da..
Li ser mijarê mamê Ozcan, Sabrî Erbaş ji Ajansa Mezopotamiyayê re axivî û wiha got,
Eskerên qereqola Mamreşan û ya Gerdînê ciwan gulebaran kirin. Bi ser de jî eskeran rê nedan em birîndaran rakin. Ozcan bi gulleya li pişta wî ketibû, jiyana xwe ji dest da..
Parlementerê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede jî li ser bûyerê ev peyam da:
Cardin ciwanekî kurd, cardin înfazeke bêwijdan. Eskeran Ozcan Erbaş ê 16 salî kuşt. Em dizanin, wê cardin ev eskerên kujer werin parastin û ceza li wan neyê birîn. Lê sed sal jî derbas bibe wê ev gel hesab ji wan bipirse.