ZEXTÊN DEWLETA ÎRANÊ
LI ROJHILATÊ KURDISTANÊ 5 KESÊN DIN JÎ HATIN BINÇAVKIRIN
Ji 8’ê Çileya 2021’an ve dewleta Îranê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê li dijî çalakvan, aktivîst, xwendekar û welatiyên Kurd dest bi pêla binçavkirinê kiriye.
Êrişên qirkirina siyasî dewam dike, 5 kesên din jî hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyan her 5 kes li bajarên Pîranşar û Nexedeyê hatine binçavkirin.
Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku di 18’ê Çileyê de ji xelkê gundê Silênê Ferîdûn Edwayî hatiye binçavkirin.
Ev gund bi ser navça Sinê Sewlawa ye.
Komelê eşkere kir ku 19 mehê jî welatiyên bi navê Resul Lawaze li Pîranşar, Kerîm Xelîfan û Hisam Edîn Xizrî jî li gundê Kanî Budax a ser bi Pîranşarê hatine binçavkirin.
Welatiyê bi navê Rehman Deryazî ê xeklê gundê Şawle yê Nexedeyê, beriya were binçavkirin, êşkence lê hatiye kirin.