Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dewleta tirk a dagirker 814 donim qadên daristanî yên li herêma Heftanînê tine kirin 17.01.2021

 

TALANKIRINA XWEZAYA HEFTANÎNÊ
814 DONIM QADÊN DARISTANÎ JI ALIYÊ DAGIRKERIYA TIRK VE HATIN TINEKIRIN

Ajansa Nûçeyan Rojnewsê bi lêkolînekê bal kişand ser talankeriya dagirkeriya Tirk û hevkarên li herêma Heftanînê.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmî dan:

Artêşa dewleta Tirk a dagirker li nava sînorên navçeya Duhokê Zaxoyê bi taybetî li herêma Heftanînê bi hezaran dar birîne.

Artêşa dagirker bi hevkarên xwe re ev yek di bin navê çêkirina rê û baregahan de kiriye.

Derket holê, ku tenê di sala 2020’an de 814 donim qadên daristanî li Heftanînê hem li milê Bakur û hem jî li milê Başûr hatine tinekirine.

Hejmara darên hatine birîn ewçendî zêde ye, ku li 400 TIR’an hatine barkirin.

Dagirkeriya Tirk ev yek veguherandî ye bazirganiyê û xwezaya Kurdistanê li bazaran derxistiye firotinê.

Serkêşiya vê bazirganiyê jî daye şîrketa bi navê Mencet Înşaat a li Şirnexê, ku xwediyê wê sercerdevan Metîn Babate.

Vê şîrketê li gel birîna daran, îhaleyên çêkirina rêyan, binkeyên çavdêriyê, qereqol û baregehan jî wergirtine.

Pereyên ji darên Heftanînê hatine bidestxistin jî bêhed û hesab in.

Ev pereyê ku bi milyonan tê ravekirin, di navbera cerdevan û eskerên artêşa dagirker de tê parvekirin.

400 milyon lîreyên Tirk bi pereyên kevin ev yek dike 400 trilyon.

Çavkaniyên nexwestin navê xwe bidin, ragihandin ku hin şîrket û karsazên PDK’ê jî hevparên vê talankeriyê ne.

Dagirkeriya Tirk û hevkarên xwe bi talankirina xwezaya Heftanînê têr nebûne û niha jî çav berdane daristanên herêma Metîna.

Heman pîlana çolkirina daristanên Metîna jî niha di rojeva dagirkeran de ye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ku PDK jî li Zînî Wertê ya bi şehîdxistina 3 gerîlayan û provokasyonê ketibû rojevê, bi birîna daran û talankirina xwezaya Kurdistanê ketibû rojevê.

Ev yek bi dîmenan eşkere bûbû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv