LIV Û TEVGERA DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK
ÇETEYAN SEWQÎ HERÊMA TIL TEMIR DIKIN
Piştî êrişên dewleta dagirker a Tirk û çeteyên wên ên li dijî navçeya Eyn Îsayê li herêmê geşedanên komên çete zêde bûn.
li gor çavkaniyên herêmî dewleta tirk û çeteyên wê li derdora navçeya Til Temir ay Kontona Hesekê û riya M4 ji bo êrîşên nû xwe amade dikin.
çavkaniyên herêmî ragihandin ku hêzên dagirker ji bo xwe li herêmê bi cîh bikin li devera gundê Zirganê dest bi avakirina baregeh kirine.
her wiha gelek hêzên çete li herêmê hatine bi cîh kirin. ev hêz hertim bi balafirên keşfê yên bêmirov ve tên şopandin û parastin.
li gor agahiyên ajansa ANHA bi dest xistine dewleta dagirker û çeteyên wê hêza xwe li ser xetên şer zêde dikin û çekan sewqî gundên di bin dagirkeriya wan de dikin.