ÊRIŞÊN DAGIRKERIYA TIRK LI SER EYN ÎSA
GUNDÊ HOŞAN Û RÊYA M4 HATIN TOPBARANKIRIN
Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê êrişên xwe li dijî Eyn Îsa û gundewarên wê didomînin.
Êrişa dawî vê êvarê pêk hat.
Dagirkeriya Tirk tevî çeteyên xwe, gundê Hoşan û Rêya M4 ên Eyn Îsa topbaran kirin.
Êrişa bi topan demeke dirêj dewam kir.
Hat ragihandin, ku di encama topbaranê de zirar li trekseke sivîlan bûye.