ÊRIŞKARIYA DEWLETA TIRK A LI SER EYN ÎSA
GUNDÊN MIŞÊRFÊ, CEHBELÊ Û RIYA M4 HATIN TOPBARANKIRIN
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidest xistin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bombeyan li gundên Mişêrfe û Cehbelê, depoya genim a Eyn Îsayê û rêya bejahî ya M4 barandin.
Heman çavkaniyê ragihand ku di topbaran dewleta dagirker de cihên sivîl hatine hedefgirtin.
Dewleta Tirk bi van êrişan armanc dike ku herêmê bide valakirin.
heta niha di encama êrişên dewleta dagirker û çeteyên wê de gelek kesên sivîl jiyana xwe jidest dane û gelek kes jî birînda bûne.
Hêza Rusya ku garontorê agirbesta vê heremê ye, tevî ku van êrişa ji nêz ve dibînin jî bêdenge.