Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dewleta Tirk a dagirker tecawîzê wek amûreke bikar tîne

 

TECAWUZA KU DEWLETA TIRK DIPARÊZE
HAMÎT TEMÎZER DEST AVÊT ZAROKA 11 SALÎ

Li Wanê bûyereke sosret rûda.

Kesê bi navê Hamît Temîzer dest avêt zaroka 11 salî.

Dema Hamît Temîzer ê tecawizkar hat dadgehkirin rastî derket holê.

Berdevka TJA Ayşe Gokan jî têkildarî çanda destavêtinê axivî û diyar kir, li hemberî vê rewşê pêwistî bi koalîsyona jinê heye.

Li Wanê kesê bi navê Hamît Temîzer dest avêt zaroka 11 salî.

Bûyera destavêtinê li Wanê çêbû.

Hamît Temîzer li ser giliya malbata zaroka 11 salî hat girtin.

Hate zanîn ku ji 2016’an ve Hamît Temîzer dest avêtiye vê zarokê.

BERDEVKA TEVGERA JINA AZAD AYŞE GOKKAN
“DESTAVÊTIN WEKE AMÛREKÊ TÊ BIKARANÎN”

Berdevka Tevgera Jinên Azad Ayşe Gokan derbarê destavêtina ku bûye yek ji polîtîkayên dewletê axivî.

Ayşe Gokan destnîşan kir ku, destavêtin û destdirêjî parçeyek ji şerê taybet e.

Ayşe Gokkan dibêje li Kurdistanê tecawuz bûye stratejiyek dewletê.

BERDEVKA TEVGERA JINA AZAD AYŞE GOKKAN
“LI DIJÎ HIŞMENDIYA AKP’Ê PÊWÎSTE KOALÎSYON BÊ AVAKIRIN”

Li dijî hişmendiya AKPê Ayşe Gokkan banga avakirina koalîsyoneke navnetewî kir.

Berdevka TJAyê diyar kir, ku divê ti jin li hember kiryarên AKPê bêdeng nemîne.

Platforma Emê Kuştina jinê rawestînin jî bi daxuyaniyekê bîlançoya meha Tebaxê eşkere kir.

“KUŞTINA JINAN POLÎTÎK E”
MEHA TEBAXÊ 50 JIN HATIN KUŞTIN

Li gorî agahiyên Platformê li Kurdistan û Tirkiyê di meha tebaxê de 50 jin hatine kuştin.

27 ji wan ji aliyê mêran ve, 23 jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane.

Platfromê di rapora xwe de bal kişand ser peymana Stenbolê û qanûna 6284 û diyar kir, ji ber qanûnên heyî pêknaynin jin tên kuştin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv