LI EFRÎNÊ BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAN
ÇETEYÊN DEWLETA TIRK HER ROJ SIVÎLAN DIREVÎNIN
Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê Îbrahîm Şêxo destnîşan kir ku di nava mehekê de, çeteyên Sultan Murad ên ku yekser bi MÎT’a tirk re ne, li herêma Efrînê gelek kes ravandine.
Şêxo da zanîn ku komê çete beriya bi çend roja keçek ciwan ya 13 salî revandine û heta niha çaranûsa wê ne diyar e.
Şêxo di dewama axaftina xwe de da zaînin ku di vê demê de çeteyên dewleta Tirk a dagirker, ji gundê Mûskê yê navça Recoyê keçek ciwan a bi navê Fatme Reşo Kable ku 16 salî ye jî revandine.
Îbrahîm Şêxo da diyar kirin ku çeteyên El-Hemzat şêniyê bi navê Ednan Rehîm Cemo, hevsera wî Fatme Mehmûd Horîk, keça wan Elye Ednan Cemo û Rizgar Cemo revandin û çaranûsa wan heta niha nayê zanîn.
Îbrahîm Şêxo destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi sûcên xwe yên li dijî jinan tevahiya qanûnên navnetewî, binpê dikin.
Der barê sûcên dagirkeran ên li dijî xwezaya Efrînê de jî Îbrahîm Şêxo ev agahî parve kir:
Çeteyên El-Emşat û Semerqend li navçeya Mabatayê darên daristinî qut kirin û wek êzing di nava sûkan de firoşin.
Êdî qutkirina daran di nava komên çeteyan de bûye bazirganî.