ÊRIŞ Û DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK
ÇIYAYÊ CÛDÎ 3 ROJE DIŞEWIT E
Dewleta Tirk xwezaya Kurdistanê dişewitîne. Ev sê rojin ji çiyayê Cûdî agir û dûman bilind dibe.
Herwiha daran jî dibîre.
Ka li kê derê ne qaşo ew xwezapêrên Tirkiyê?
Çima yek ji wan jî li hemberî dewleta xwe dernakeve?
Ka li kêderê ne ew xwezaparêzên navnetewî weke greenpis û yên din?
Diyare xwezaya Kurdistanê, ji bilî kurdan, ne xema kesekî ye.
Parlementerê HDP’ê Huseyîn Kaçmaz li ser darên li çiyayê Cûdî tê birîn axivî.
ÊRIŞ Û DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK
ÇIYAYÊ CÛDÎ 3 ROJE DIŞEWIT E
Ev dîmenên hun dibînin yên şewata çiyayî Cûdî ye.
Leşkerên dewleta Tirk agir berdan daristanê û ev sê roje dewam dike.
Agir belavî derdora gundên; gundikê Remo, Cifanê û Nevava bûye.
Leşkerên dewleta Tirk nahelin xelkê derdorê agir vemirînin.
PARLEMENTERÊ HDP’Ê HUSEYÎN KAÇMAZ
DARÊN LI CÛDÎ JÊ DIKIN DIBIN IDLIBÊ
Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz derbarê polîtikayên qirkirinê yên dewleta Tirk de ji ANF’ê re axivî.
Huseyîn Kaçmaz diyar kir ku, li gundê Cifanê, Nerex, Gilindor, Nêvava û Gundikê Remo cerdevan daran jê dikin.
Parlementer Huseyîn Kaçmaz da zanîn dewleta Tirk darên jê dike dişîne Idlibê.
PARLEMENTERÊ HDP’Ê HUSEYÎN KAÇMAZ:
DIVÊ GEL XWEDÎ LI HEBÛNA XWE DERKEVE
Huseyîn Kaç diyar kir ku, şewitandina xwezaya Kurdistanê yek ji polîtîkayên qirkirinê ye.
Parlementer Huseyin Kaçmaz ji gel xwest-xwedî li xwezaya xwe derkevin.