Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dewleta tirk avê wek çekê bikar tîne

 

DEWLETA TIRK AVÊ WEKÎ ÇEK BIKARTÎNE
AVA ÎSTASYONA ELOK JI 13’Ê TEBAXÊ VE HATIYE BIRÎN

Dewleta Tirk dema Serêkaniyê dagir kir, dest danî ser îstasyona avê ya Elokê.

Niha wê stasyonê li hemberî gel weke şantaj bikartîne.

Ji 13’ê tebaxê ve Xelkê Hesekê û derdora wê bê av in.

Birîna avê ya li ser xelkê sivîl di qada navnetewî de weke suçê mirovahiyê yê zanîn.

Herkes vê yekê dizane, lê ya balkêş, Neteweyên Yekbuyê, Amerika û Rusya jî di nav de, ti hêz mudaxaleyê dewleta tirk nake.

Ji 13’ê tebaxê ve dewleta Tirk ava ji îstasyona Elok dihat birîye.

Vê jî bandor li jiyana milyonek û 200 hezar xelkê li Hesekê û Serêkaniyê kir.

Qutkirina avê li civîna konseya ewlekariyê ya neteweyên Yekbûyî jî bû rojev.

Alîkarê kordînatorê alîkariyên mirovî ya herêmî ya netewên Yekbûyî Ramesh Rajasîngham qutkirina ava Elok kir rojev.

Nunerê Herdemî yê Netewên Yekbûyî yê Sûrî Beşar Caferî jî dewleta Tirk ji qutkirina avê bepirsyar girt.

Xaça Sor a navnetewî, Netewên Yekbûyî û UNÎCEF û gelek saziyan derbarê qutkirina ava Elok de daxuyanî dan.

Roja 25’ê tebaxê jî şandeyek ya ji Hevserokatiya gerînendetiya Avê, Nunerê UNICEF yê Şamê û nivîsgeha UNISEF’ê ya li Qamişlo pêk dihat çûn bajarê Hesekê û rewşa li wê derê şopandin.
Nunerên meclisa Hesekê û gerînendetiya avê şande pêşwazî kirin û derbarê rewşa herêmê de agahî dan wan.

Rêveberiya xweser hewil dide bi derfetên xwe pirsgirêkê çareser bike.

Mudiriyeta Avê ya Hesekê 11 kîlometre ji Hesekê dûr 50 bîrên avê kolandin.

Kurahiya bîran 100 metre ye, 24 saetan kar dike û 20 metrekare av tê derxistin.

Ji bîran pêdiviya kismek xelkê Hesekê tê pêşwazî kirin.

Ji bo pêwistiya xelkê herêmê bi temamî were pêşwazî kirin, pêwistî bi 80 hezar metrekare av heye.

Hevserokê yekîtiya Rewşenbîran a Minbicê Ehmed Yusif jî nerazîbûn nîşanî qutkirina ava stasyona Elok da.

Ehmed Yusif diyar kir ku, bi qutkirina ava Elokê dewleta Tirk jiyana zêdeyî milyonek welatiyan dike xeteriyê û sucê mirovahiyê dike.

Hêjayî bibîrxistinê ye Sala 1987’an di navbera Sûrî û Tirkiyê li ser mijara Çemê firatê protokolek hat îmzekirin. Li gorî protokolê pêwist e saniyê de 500 metrekare av were şandin.

Heman dewleta Tirk sala 1988’an bi Iraqê re jî protokol îmze kir, li gorî protokolê wê ji sedî 58’ê avê bide Iraqê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv