Tê îdakirin ku artêşa Dewleta Tirk a dagirker xwe ji baregeha Morak ya li herêma Idlîbê paşve kişandiye.
Li gor agahiyên ji herêmê tên valakirina vê baregehê ne ji xwe ye.
Li beramberî valakirina vê herêmê dewleta tirk bi alîkariya çeteyan, dixwaze êrîşî herêma Til-Rifat û Mimbicê bike.
Li gor hin çavkaniyên Sûrî tê îdakirin ku dewleta tirk xwe ji hin baregehên herêma Idlîbê paş ve kişandiye.
di haman agahiyan de tê ragihandin ku ev demek dewleta dagirker a tirk dest bi valakirina baregeha Morekê û ya Şîr Maxar kiriye.
çeteyên ji van baragehan derdixin, ji bo dagirkeriyên nû li herêmê tên bi cîh kirin.
li gor heman çavkaniyê, çeteyên girêdayî rejîma AKP-MHP’ê ne ji bo dagirkeriyên nû li qadên stratejîk tên bicîh kirin.
çavkaniyên Sûrî dagidihînin ku vê carê dewleta dagirke a tirk ji bo êrîşê bibe ser herêma Til-Firat û Mimbiç di nav li û tevgere de ye.
çavkaniyên herêmî jî tevgera dewleta dagirker û çeteyên wê a li herêmê piştras dike.