Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dewleta Tirk bersivek sosret da daxwaza Netewên Yekbûyi ya derbarê kesên Tirkiyê wenda kirine 08.09.2020

 

SERLÊDANA NY YA JI BO KESÊN TIRKIYÊ WENDA KIRINE
DEWLETA TIRK BERSIVEK SOSRET DA DAXWAZA NETEWÊN YEKBÛYÎ

Neteweyên Yekbûyî ji bo 30 kesên di salên 90’î de hatine wendakirin, ji Tirkiyê agahî xwest.

Lê belê Tirkiyê bersiva bê cidî û sosretî da.

Dewleta Tirk li gorî daneyên fermî, di salên 1990’î de qasî 17 hezar kes bi awayê failên wan ne-diyar wenda kirin.

Malbatên 30 kesên wendakiriyan, serî li Neteweyên Yekbûyî dabûn û giliyê Tirkiyê kiribûn.

Koma Xebatê ya Wendakirinê ya Neteweyên Yekbûyî, derbarê 30 kesên wendakirî de, ji Tirkiyê agahî xwest.

Dewleta Tirk tenê derbarê Fehmi Tosun, Ahmet Akbaş, Abdulselam Çelik, Abdullatif Yağızay, Ahmet Yetişen, Hizni Bilmen, Ahmet Üstün, Kemal Birlik û Ahmet Şahin de agahî dan.

Lê belê wekî gelek mijarên din, di vê mijara hesas de jî, bê cidî tevgeriya û bersiva sosret da.

Wekî mînak Fehmî Tosun di 11’ê adara 1992’an de li girtîgeha Dîlokê bû û di 19’ê cotmeha 1995’an hate binçavkirin û wendakirin, lê belê Tirkiyê bersiva wekî “di 11’ê adara 1992’an de derketiye derveyî welêt” daye.

Ji bo Abdulselam Çelîk yê 1997’an hate revandin û wendakirin bersiva wekî “li gorî qeydan 1988″an hatiye kuştin daye Neteweyên Yekbûyî.

Ji bo Abdullatîf Yagizay yê 18’ê mijdara 1995’an de li Nisêbînê hate binçavkirin û revandin jî, gotine “haya me ji vî kesî nîne”…

Ji bo Ahmet Yetîşen, Ahmet Şahîn, Hîznî Bîlmen, Ahmet Ustun û Kemal Bîrlîk jî bersivên bê ciddî dane.

Di vê navberê de tê payin ev bersiva bê cidî û sosret a dewleta Tirk di civîna Koma Xebatê ya kesên wendakirî ya Neteweyên Yekbûyî de bê nirxandin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv