Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dewleta Tirk bi çêkirina santralên hîdro-elektrîk dixwaze xwezaya Geliyê Zîlanê wêran bike 10.11.2020

 

Li Geliyê Zîlan çêkirina Santralan, dewama Komkujiya Geliyê Zîlan e.

Xelkê herêmê bi vê peyamê ji 2014’an ve nerazîbûn nîşanê Çêkirina santralan didin.

Dadgeha dewleta Tirk di aliyê zagonî de, biryar da, li Geliyê Zîlan santral çêbibe.

 

Dewleta Tirk sala 2014’an biryar da li geliyê Zîlan santrala Hidro elektrikê were çêkirin.

Ev biryara Dewleta Tirk rastî bertekên mezin hat.

Xelkê Herêmê çêkirina santralê wekî dewama komkujiya Geliyê Zîlan binav kirin.

Saziyên civakî jî bertek nîşandan û li pêşiya çêkirina Santralê di her alî de sekînin.

Xelkê herêmê ji bo li Geliyê Zîlan HES çênebe doz vekirin.

Tevî hemû nerazîbûnan jî, dewleta Tirk meha Gulanê dîsa dest bi çêkirina santralê kir.

Dewleta Tirk, dozên ku hatibû vekirin red kir û biryara wekî, çêkirina Satrala Elektrikê li gorî Zagonê ye da.

Yek ji tevgera ku doz vekirin, tevgera Ekolojiyê ya Zîlan bû.

Berdevkê Tevgerê Şabetîn Demîr ji ANF’ê re axivî û Ev bertek nîşan da.

Ev Biryar, biryareke polîtîk e. Bi santralên çêdikin re dixwazin gel bidin koç kirin. Di aliyê demografîk de herêmê biguherin, sewalkarî û çandiniyê tune bikin. Geliyê Zîlan, bîra Zindî ya gelê Kurd e. Li ser hestiyên bav û kalên me santralan çêdikin. Li Kurdistanê her derê santralan çêdikin ev yek mirov dide fikirandin. Dewlet Kirgizan bicih dike, bi vê dixwaze demografiya herêmê biguhere.

Berdevkê tevgerê Şabetîn Demîr diyar kir ku ewê biryara hatiye dayîn bibin temyîzê û dest ji dozê bernedin.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv