Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dewleta Tirk çav berda meaşê jina 70 salî ya bi nexweşiya Parkînsonê 14.10.2020

 

Li Wanê meaşê jina extiyar û astengdar Kubar Tunce ya 70 salî ya bi nexweşiya parkînsonê hate birîn.

Kubar Tunce li taxa Hecîbekir a Wanê dijî, 70 salî ye, diya pênc zarokan e û bi nexweşiya parkînsonê ye. Zarogekî wê yê astengdar jî heye. Walîtiya Wanê meaşê dayika astengdar û extiyar Tunce birî. Li ser vê jina extiyar şepirze bû. Tunce ya ku bi dermanan li ser piyan dima piştî ku meaşê wê hate birîn nema dikare dermanan jî peyda bike.

Tunce got kurekî wê astengdar e û kurekî wê jî ev 10 sal in li girtîgehê ye, ev 30 sal in bi nexweşiya parkînsonê ketiye û got: ”Ez hewceyî alîkariyê me. Min bi meaşê ixtiyarî û astengbûyiyê îdare dikir. Ev 2 sal in meaşê min birîne. Ev zilm e. Çav berdane meaşê min. ”

Emrah Tunce ê 26 salî ku bi diya xwe re dijî got: ”Dewletê her tiştê me birî. Em nikarin fatoreya xwe jî bidin. Mala wan ava cîranê me alîkariyê bi me re dikin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv