Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dewleta Tirk cenazeyên gerîlayên şehîd nade malbatên wan 29.10.2020

 

Yek ji tiştên herî bêbext û bê exleq êrişa ser gotistanan û heqareta li cenazeyan e.

Dewleta Tirk a dagirker tevî testa DNA’yê cenazeyên gerîlayên şehîd nadin malbatên wan.

Malbat û saziyên şehîdan nerazîbûn nîşanî vê yekê dan û gotin:

Ew çi dikin bila bikin em ji nirxên xwe yên pîroz bernedin.

ÊRÎŞÊN LI DIJÎ NIRXÊN GELÊ KURD
DEWLETA TIRK CENAZEYÊN GERÎLAYÊN ŞEHÎD NADÊ MALBATÊN WAN

Komeleya Piştgirî û Alîkatiya Malbatên Windakiriyan a Dergûşa Mezopotamîyayê MEBYA-DER’ê têkildarî nedayîna cenazeyên gerîlayên şehîd li avahiya xwe ya Amedê daxuyaniyek da.

Malbatên şehîd û endamên Kongreya Îslamî ya Demokratîk jî beşdarî daxuyaniyê bûn.

Hevserokê MEBYA-DER’ê Şeyhmûs Karadag di destpêka axaftina xwe de balkişand ser cenazeyên ku ev 36 rojin li morga nexweşxaneya Şirnexê tên rawestandin.

Şeyhmûs Karadag da zanîn ku ev bêhurmetiya li hemberî cenazeyên Kurdan bi tena serê xwe nîşan dide ka rêvebirên Dewleta Tirk çiqas ji nirxên mirovahiyê bê par mane.

Şeyhmûs Karadag got, ew çi dikin bila bikin em ji nirxên xwe yên pîroz bernedin.

ÊRIŞÊN LI DIJÎ NIRXÊN GELÊ KURD
POLÎSAN GORA GERÎLA TABAK KU BERIYA 3 SALAN HATIBÛ VEŞARTIN VEKIRIN

Li aliyê din gerîlayê HPG’ê Emrûllah Tabak 21’ê Adara 2017’an li çoltera Bedlîsê şehîd bûbû.

Piştî testa DNA’yê malbatê cenaze girtibû û li gundê Porê veşartibû..

Doh polîs çûn gund û bi hinceta testa DNA’ê kêm gora Tabak vekirin.

Xizmên şehîd Emrûllah Tabak nerazîbûn nûşanî vê yekê dan û gotin:

Me cenazeyê xwe di encama testa DNA’yê girt. Bi vekirina gorê dixwazin zilmê li me bikin..

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv