Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Polîtikayên qirkirinê yên Dewleta Tirk li dijî gelê Kurd

 

Hefteya derbasbûyî di nava 5 rojan de li Başûrê Kurdistanê 11 welatparêz û Kurdistanî di êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn.

Lê tişta balkêş ew e, ku ne hukûmeta herêmê, ne jî ya Iraqê ti helwest nîşan nedan.
Yekane rêya pêşîgirtina van êrişan serîhildan û rabûna gelê Başûrê Kurdistanê ye.

Dewleta Tirk di 26’ê Gulanê de li Başûrê Kurdistanê herêma ku gerîlayên YRK’ê lê dimînin bi balafirên bi çek ên bêmirov bombebaran

Ev êriş li gundê Sefrê yê Silêmanî pêk hat.

Di êrişê de 2 gerîlayên YRK’ê û 3 welatparêz şehîd bûn.

Devera ku hat bombebarankirin di bin kontrola YNK’ê de ye.

Bêdengiya hukûmeta Iraq û YNK’ê jî balkêş e.

YRK’ê di daxuyaniya xwe ya li ser êrişê de îşaret bi hevkarên herêmî kiribû.

Berê jî dihat diyarkirin ku di hin êrişên li ser Qendîlê û şehadeta gerîlayan de destê hin kesên ji nava îstîxbarata YNK’ê heye.

Dihat gotin hinekan xwe bi pereyan firotine.

Hetta hate gotin PKK’ê ji YNK xwestiye ku rewşê lêkolîn bike.

Li herêma Behdînan jî 2 welatparêzên ji malbatekê, bav û kur bi êrişa balafirên Dewleta Tirk hatin qetilkirin.

Ev êriş jî nîşan dide ji aliyê dewleta Tirk ve qetilkirina sivîlan, tê normalkirin.

Tevî ku bênavber sivîl tên qetilkirin, PDK û YNK bêdeng dimînin.

Ev bêdengî jî dihêle êriş bênavber dewam bikin.

Tê fêmkirin ku Dewleta Tirk ji perçebûna tevgerên siyasî yên Kurd fêdeyê dibîne.

Êrişên li Asos û Behdînanê eşkere nîşan dan ku partiyên siyasî nerazîbûn û reaksiyona pêwîst nîşan nadin.

Di vê rewşê de di serî de erk û wezîfe dikeve ser milê gelê Başûrê Kurdistanê.

Dema êrişên bi vî awayî pêk tên, lazime ji serî heta binî, gund û bajarên Başûrê Kurdistanê rabin ser xwe û helwest nîşan bidin.

Yekane rêya pêşîgirtina van êrişan ya bi bandor serîhildan û rabûna gelê Başûrê Kurdistanê ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv